Rojnameya Ronahî

Kurd li ser jiyana rêber Abdullah Ocalan bi fikarin

Hediya HISÊN/Qamişlo

Ji bo agahîgirtin û zelalkirina rewşa tenduristiya rêber Abdullah Ocalan, Yekîtiya Parêzerên Herêma Cizîrê, îro (16.03.2021) saet 11an, li Encûmena Dadmendiya Civakî ya li bajarê Qamişlo daxwiyaniyek da.

Hevseroka Yekîtiya Parêzeran ya Herêma Cizîrê Xedîca Îbrahîm, di daxwiyaniyê de wiha ragihand: “14ê Adara 2021ê li ser malperên civakî ji aliyê kes, yan jî naavendên nenas ve li ser tenduristiya rêber Abdullah Ocelan hin gotin hatin belavkirin. Bi navê Yekîtiya Parêzerên Herêma Cizîrê û bi navê parêzerên rêber Apo em bang li rêxistinên mafê miroven û saziyên navneteweyî dikin ku erkê xwe pêk bînin û ji bo hevdîtina parêzeran bi rêber Abdullah Ocalan re, zorê bidin Tirkiyê.”

Daxuyanî bi durişma  “Ji bo rêber Abdullah Ocalan azadî” qediya.