Rojnameya Ronahî

“Emê bi pênûsa xwe bibin dengê gelê Kurd”

Jiyan BOZO/Qamişlo

Li Misrê nîvîskar û rojnemevan Mihsin Ewed ji bo danasîna doza Kurdan bi navê EL Şems News rojnameyekê derdixe. Mihsin Ewed dîyar kir ku pênç sal in doza Kurdan dişopîne.

“ARMANCA ROJNAMEYA ME AVAKIRINA PIREKÊ DI NAVBERA KURD Û EREBAN DE YE”
Têkîldarî xebata rojnameya EL Şems News, Mihsin Ewed ev agahî dan: “Rojnameya me rojnameya yekê ye ku li Misrê doza Kurdan dişopîne. Armanca wê avakirina pirekê di navbera Kurd û Ereban de ye. Bi salan dewleta tirkî ya dagîrker û ragihandina wê di navbera Kurd û Ereban de nakokî derxistine. Min jî xwest bi vê rojnameyê dawî li van nakokiyan bînim. Ji bo eşkerekirina sûcên dewleta tirkî ku bi navê Islamê Kurdan dike hedefa xwe, min dest bi kar kir. Armanca me ya sereke şkandina wê hişmendiya kevneperest ya Ereban û bi taybetî ya Misriyan li ser doz û hebûna gelê Kurd e. Çimkî bi salan e di serê gelê me de hişmendiyeke wiha hatiye rûniştandin: “Kurd dixwazin welatên Ereban perçe bikin.” Mixabin her kes bi wî çavî li Kurdan dinêre. Ev bi siyaseta Tirkan ya qirêj hatiye avakirin. Yekîtiyeke Kurdan jî tinebû ku vê hişmendiyê berûvajî bike û heqîqetê ragihîne.”

“MIN XWEST BI PÊNÛSA XWE MAFÊ KURDAN YÊ REWA BIPARÊZIM”
Mihsin Ewed axaftina xwe wiha domand: “Dema ez nêzî gelê Kurd bûm, min heqîqeta veşartî bi çavê xwe dît. Heqîqeta ku dewleta tirkî û ragihandina wê berûvajî kirî û di nava gelan de belav kiri, min jî xwast rastiya vê heqîqetê bigihinim gelan tevan. Perçekirina Sûrî di serê Kurdan de nîne. Berûvajî wê, Sûriyeke hevgirtî dixwazin. Ji ber wê em dixwazin di rojnameya xwe de vê bidin xuyakirin. Rojnameya me niha weşana xwe elektronîk dike. Em hewl didin di dema pêş de li Misrê û cîhanê dest bi çapa wû bikin. Ji bo xwegihandina her kesî, emê malpera xwe ya fermî çêkin û bi zimanê erebî, kurdî, inglîzî û tirkî weşana xwe bikin. Navê rojnamaeya me EL Şems News e. Em jî dixwazin bi tîrêjên wê xwe bigihînin her derê. Edîtor û rêveberiya wê ya giştî ez dikim. Ev 5 sal in ez bi taybetî li ser doza Kurdan lêkolînên xwe dikim û dişopînim. Ji bo wê min xwest vê rojnameyê derxim. Min xwest bi pênûsa xwe mafê Kurdan yê rewa biparêzim.”
Nivîskar û rojnemevanê Misirê Mihsin Ewed bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir: “Nivîsên me piraniya wan ez dinivîsim û hin heval bi min re dibin alîkar. Li Lubnanê ofîseke me heye. Nivîskareke jin ji me re dinivîse. Ji bakur û rojhilatê Sûrî jî pir kes bi pênûsa xwe rojnameya me dewlemed dikin. Di demeke kurt de di nava Kurdan de û li seranserê cîhanê, me serkeftineke mezin bi dest xist. Bi sedan kes tevlî me dibin û me ji bakur û rojhilatê Sûrî jî hevdîtin bi Ilham Ehmed, Riyad Derar, Salih Mûslim û Çiya Kurd re kir. Me gelek kar daye pêşiya xwe, hêvîdar im bi pênûsa xwe em bibin dengê gelê Kurd.”