Rojnameya Ronahî

Gelê Şingal: Divê pirsgirêkên me werin çareserkirin

Leylan RESO/Qamişlo

9ê Cotmehê di navbera Hewlêr û Bexdayê de peymana Şingalê hat imzekirin. Şingala sala 2014an radestî DAIŞê hatî kirin, vê carê bi gefên dagîrkirinê re rûbirû dimîne. Peymana di navbera Iraq, Tirkiye û PDKê de dewama heman fermanê ye.

“DIGEL HEVDÎTINAN ALOZÎ ÇARESER NEBÛ”

Hevseroka Desteya Rêveber ya Şingalê Rîham Hiço li ser mijarê ev nirxandin kir: “Piştî peymana di navbera hikumeta Iraq û Hewlêrê de civaka Êzîdî bertekên xwe nîşan dan. Lewre deskeftiyên wê diketin xeterê. Ji bo parastina destkeftinên xwe civakê dest bi çalakiyên sîvîl kir. Li ser van çalakiyan bi nûnetên hikueta Iraqê re hevdîtin çêbûn. Lê ji hevdîtinan encameke erênî derneket”

Rîham Hiço axaftina xwe bi van gotinan domand: “Berî demekê artêşa Iraqê gefên derxistina hêzên me yên leşkerî xwarin. Li hemberî vê gel bertek nîşan dan û bi tevlîbûna tevayiya beşên civakê li Şingalê civînek hat lidarxistin. Di civînê de biryara çalakiyeke bibandor hat dayîn. Lê dema leşkerên Iraqê meşa welatiyan asteng kir, civakê bertek nîşan da û berê xwe dan Şingalê.”

“PÊWÎST E PIRSGIRÊKA ÊZÎDIYAN WERE ÇARESERKIRIN”

Rîham Hiço di dewama axaftina xwe de wiha got: “Li hemberî berxwedana gel hikumeta Iraqê neçar ma ji bo hevdîtinê şandeyekê bişîne Şingalê. Di hevdîtinê de nûnerên Rêveberiya Xweser, TAJÊ, PADÊ, Meclisa Xweser ya Demokratîk ya Şingalê amade bûn. Di hevdîtinê de her tişt çareser nebû, lê şandeya Bexdayê jî tê gihîşt ku divê pirsgirêka Êzîdiyan çareser bibe. Em jî vê dibêjin; eger pirsgirêk neyê çareserkirin wê rewş girantir bib û hikumet jî wê nikaribe ji bin derkeve.”

Li ser gefên dewleta tirkî ya dagîrker jî Rîham Hiço ev nirxandin kir: “Dewleta tirkî PKKê dike behane. Derdê wê cuda ye. Bi salan e dixwaze xewn û xeyalên xwe yên dagîrkirina Şingal, Kerkûk, Mûsil û Xaniqînê pêk bîne. Ji ber wê divê em yekdest bin û pêşiya dagîrkeriyê bigirin.”