Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Em rê nadin aramiya herêma me têk here

26/06/2018
in Uncategorized
A A
Em rê nadin aramiya herêma me têk here
Share on FacebookShare on Twitter

Şêx û rûspiyên herêma Reqayê piştgiriya xwe ji QSD’ê re anîn ziman û diyar kirin ku ew rê nadin ku hewldanên tevliheviyê bi serkevin. Şêx û Rûspiyan daxwaz ji Konseya Ewlekariyê û Neteweyên Yekbûyî kirin ku dimildest mûdaxeleyê bike û dagirkeran ji axa Sûriyê derxînin.
Bi dehan şêx û rûspiyên herêma Reqayê derbarê buyerên dawî ku li herêmê derketine û hewldanên têkbirîna aramiya herêmê de daxuyanî dan.
Daxuyanî li çerxeriya El-Neîm ji aliyê şêxê eşîreya El-Şibil Emar El-Hamî ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin;
“Bi navê êlên Reqa û gundewarên wê, bajarê Reqa û gundewarên wê û parêzgeha Dêrazor ta sînorên Iraqê ji çeteyên DAIŞ’ê bi bedelên giranbuha, bi xwîna keç û xortên herêmê ji çeteyan hate rizgarkirin, piştî rizgarkirinê şêniyên herêmê vegeriyan warên xwe û ji nû ve jiyana xwe geş kirin. Em naxwazin ti aliyek destdirêjî ewlekariya Reqa û gundewarên wê her wiha tevahî Bakurê Sûriyê bike. Li ser vê yekê em wiha dibêjin:
1-Qedexeye ewlehiya parêzgehê û gundewarên wê û tevahî xaka Bakurê Sûriyê were pê lîstin.
2-Şêx û rûspiyên êlan biryar girtine ku kesê/a ku bi aramiya herêmê bilîze û tevliheviyê di navbera pêkhateyên Bakurê Sûriyê de derbixîne û îdîayên derew belav bibe, ji herêmê were qewitandin.
3-Şêx û rûspiyên herêmê dibînin ku çareseriya siyasî çareseriya herî guncave ji bo aloziya Sûriyê, çareseriya leşkerî wê ji bilî wêrankirinê encamên baş negire.
4-Şêx, rûspî û tevahî pêkhateyên Bakurê Sûriyê tekez dikin ku ew piştgiriyê didin Hêzên Sûriya Demokratîk û wê destkeftiyên gelê Bakurê Sûriyê biparêzin.
5-Şêx û rûspiyên Reqayê daxwaz ji Konseya Ewlekariyê û Neteweyên Yekbûyî dikin ku Tirkiyê û çeteyên wê ji axa Sûriyê derxînin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.