Rojnameya Ronahî

Erdogan li hemberî welatên erebî dest bi dûvhejandinê kir

Zekî BEDRAN

Tê zanîn ki li ser dewleta tirkî hikumeteke nijadperest û faşîst heye. 19 sal in ev hikumet desthilatdar e. Û gavbigav Tirkiye ber bi faşîzmê ve biriye. Yê li ser hikumetê Erdogan Islam ji tirkîtî û faşîzmê re kiriye dûvik. Derbeya 12ê Îlonê ya leşkerî-faşîst dîtiye ku nikarin bi tirkîtiyê tenê gel bi dewletê ve girê bidin û pêdivî dîtiye ku dîn bi kar bînin. Piştî hingê senteza Tirk-Islam bûye îdeolojiya dewletê ya nû.
Mustafa Kemal, piştî hilweşîna Osmanî komar ava kiriye û piştî rakirina xelîfetiyê diyanet ava kiriye. Bi girêdana dîn bi dewletê ve dîn xistiye binê kontrolê. Erdogan jî diyanet pir bihêz kir. Jimara karmendê diyanetê kir bi qasî artêşekê. Lê şiyariya neteweyî ya Kurdan nehişt bigihin armanca xwe. Tirkîtiyê jî nikarî bi serê xwe faşîzmê bike desthilat. Ji bo wê nasnameya miliyetgiriya tirkî û islamîstiyê têra Erdogan nekiriye ku bigihe armanca xwe. Erdogan piştî ku hilbijartina 7ê Hezîrana 2015an winda kir, bi MHPya nijadperest û faşîst re bi awayekî eşkere itîfaq kir.
Piştî avabûna itîfaqa faşîst ya Bahçelî-Erdogan bi tevayiya hêza xwe êrişî Kurdan kirin. Armanca vê itîfaqê temamkirina plana qirkirina Kurdan ya sed sal in didome, ye. Ji bo wê perçiqandina Kurdên di nava sînoroên Tirkiyê de û tinekirina destkeftiyên wan têrê nekiriye. Kurdên li derveyî sînorên xwe jî xistine nava hedefên xwe. Li gorî vê planê bi salan e êrişî başûrê Kurdistanê dikin. Bi dehan baregeh ava kirine. Rojane wir bombebaran dikin. Dixebitin herêmên ji bo wan stratejîk dagîr bikin. Bi heman dijminiyê êrişî Rojava jî dikin. Efrîn û Serê Kaniyê dagîr kirin. Li ciyên dagîr kirîn Kurdan di qirkirinê re derbas dikin.
Faşîzma Erdogan wisa kir ku Sûriye bibe gêra xwînê. DAIŞ û El Nusra jî di navê de piştgiriya her koma çekdar kir û sînorê xwe ji wan re vekir. Idlib jî di navê de niha bi hezaran leşker û tank û topên xwe li wir bi cî kirine. Beşeke girîng ya Sûriyê di destê xwe de digire. Bi navê pêvajoya Astana eniyeke dijberî Kurdan afirand. Rûsyaya bi berjewendîperestiya xwe Tirkiye kir şirîka Sûriyê. Rûsya niha nizane ka çi bike. Nade ber çavê xwe ku li Idlibê bi Tirkiyê re şer bike. Lewre li pişta wê NATO û Emerîka hene. Rêveberiya Şamê jî ji demokrasiyê re girtîye. Eger bi hêzên bakur-rojhilatê Sûriyê re bibe yek, wê tecrîda Tirkiyê hêsan bibe. Wê Sûriye bi ser xwe ve were. Lê rejim weke salên berî 2011an maye. Dixebite ku Beesê zindî bike.
Eger Rûsya giraniya xwe dayne û rejimê bikişîne lihevkirina bi hêzên bakur-rojhilatê Sûriyê, wê barê tevan sivik bibe. Wê behaneyên dagîrkeran ji destê wan bên derxistin. Ev modela demokratîk wê baweriyê bide gel jî û Erebên niha li cem Tirkan jî wê piraniya wan jê dûr bikevin. Rûsya ji ber berjewendiyên xwe wisa kir ku Tirkiye bibe hêzeke bixeter. Tirkiye niha bi Ixwaniyan rejimên Ereban tevan tehdîd dike. Li hemberî artêşa Sûrî ya fermî, artêşeke ji çeteyan bi navê “Artêşa Sûriyê ya Milî” ava dike. Amadekariyê dike ku ciyên dagîr kirîn bi ser erdê xwe ve bike. Li wan ciyan dibistanên bilind û zanîngehan vedike.
Tirkiye dema van dike, çawa ku henekê xwe bi dinyayê bike dibêje, em li hemberî yekbûna erdê Sûriyê rêzdar in.
Hefteya borî dîsa daxuyaniyeke wisa da. Vê carê li şûna Îranê Qeter kişandine cem xwe. Xuya dike ku vê carê nikarîne Îranê tevlî civînê bikin. Weke din bi qasî ku tê dîtin her tişt weke daxwaziya Erdogan nameşe. Li hemberî rêveberiya Misrê ya berê û Sîsî qîreqîra wî bû. Bi gotina qatil e, dijminê demokrasiyê de Sîsî piçûk dixist. Li hemeberî daxuyaniya Yekîtiya Ereban digot, “Welatên Ereban tev bi qasî Tirkiyê nabin.” Baş e çi bû ku Erdogan niha dibêje em amade ne bi Misir û Erebistana Siûdî re têkiliyên xwe rast bikin? Qebûl dike ku xetakiriye? Rexneya xwe dide? Na. Ji ber ku li hundir û derve tengav bûye. Bi vî halî şansê wan yê meşê nemaye. Eger ne ji polîtîkaya rêveberiya Şamê û Rûsya ya dikeve xizmeta Erdogan be, wê zûtir ji hev bikevin. Ji bo ku pêşiya şkestina xwe bigire, li milekî dixebite bi Israîlê re, li milekî bi welatên erebî re têkiliyên xwe rast bike. Ji bo rizgariya ji faşîzma Erdogan pêdivî bi mekanîzmayeke ku hesab jê bipirse heye.