Rojnameya Ronahî

Navenda Çandê ya Helebê li ser rola jinan ya di civakê de panelek li dar xist

Navenda Çandê ya Helebê bi sernavê “Rola jinan di rewşenbîrî û pêşengiya civakê de” panelek li dar xist, da ku rêbazên geşkirina rola jinan ya pêşeng di civakê de û parastina mafên wan lêkolîn bikin.
Bi armanca naskirina parastina mafên jinan û xwebirêxistinkirinê, Navenda Çandê ya Helebê bi beşdariya bi dehan ji nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên jinan panelek li dar xist.
Panel li hola civînên MSD’ê ya li beşa rojhilatê taxa Şêxmeqsûd hat lidarxistin.
Panelê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Pişt re hevseroka Navenda Çandê ya Helebê Leyla Xalid li ser astengiyên jin di dîrokî de tê re derbas bûne, axivî.
Leyla Xaldi di axaftina xwe de behsa hewldan û rêbazên geşkirina jinan kir, da ku mafên xwe bi dest bixin û nêrînên xwe li ser asta cîhanê xurt bikin.
Leyla Xalid wiha got: “Tevayiya azarên ku jin di dîrokî de tê re derbas bûne, bi riya şoreşa 19’ê Tîrmehê ya bakur û rojhilatê Sûriyê derbas kirin, ku wê şoreşê jin rizgar kirin û hişt ku ji tevayiya jinên cîhanê re bibe mînak.”
Piştî axaftinê, li ser kurtejiyana kesayetên jinên bibandor mîna Rîm El-Bena, Dr. Newal Seidawî, Dureya Ewnî, Eyşe Şan û hwd. sînevizyonek hat pêşandan.
Pişt re deriyê nîqaşê ji beşdaran re hat vekirin û tê de nêrînên xwe li ser keşifkirina jinan ya çandiniyê û rola wê ya pêşeng di avakirina civakê de par ve kirin.
Beşdaran herwiha got, divê ked zêde were dayîn da ku derfet li pêşiya jinan were vekirin ku mafên xwe yên rewa bi dest bixin.
ANHA