Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bi xêr be NEWROZa 2021’ê!

16/03/2021
in QUNCIK NIVÎS
A A
Nêzbûna Fransa û Elmanya?
Share on FacebookShare on Twitter

Ahmet AKTAŞ

Divê her mijjar li ser rastiya xwe were şîrovekirin. Ev cejna hêja û dîrokî jî divê zelal were zanîn.
Êdî dîroka vê rojê û naveroka wê bi bingehîn tê naskirin. Lê bi hezaran sal derbas bû, gelo çima ev destan nehate jîbirkirin? Pirsa dudan, kê û çawa nûjen û zindî kir?
Erê ev destanek dîrokî ya serkeftina têkşîna li himber zalimên weke Dehakan, a bi pêşengtiya weke Kawayê Hesinkaran a serîhlihdana mezlûman dide nîşandan. Eger vê berxwedanê, karibû temenê xwe 2-3 hezar sal dirêj bikira, jiber cewherê wê mezin bû û dibû bersîv ji hesreta jiyana azad a civakê re.
Lê mixabin weke em zanin, di sadsala 20’a de ev destana pîroz, daketibû ber mirinê û eger xwediderketin lê nebûya dimir jî.
Berî Têvgêra Azadiyê, NEWROZ nedihat zanîn. Bi tenê hinek welatparêzan, digotin “erê wele, behsa rojek wisa hebû û di wê rojê de, li ser girekî dûr agirekî biçûk dadidan” û her ewqas.
Belê bi saya vê Tevgêra Apoyî, bi pênasekirina dîroka Kurdistanê re, NEWROZ jî, ji gel re hate şîrovekirin.
Bêgûman, bi çalakiya Mazlum Dogan re, danasîna vê destanê, gihişte radeya herî bilind. Êdî li her deverê, bi dirûşma wî ya dîrokî “BERXWEDAN JIYANE” re, weke cejna netewî, pîrozkirinê despêkir. Ev rûhê berxwedanê weke ÇANDEKÊ kete mejî û dilê civakê.
Ne tenê Bakur, li parçeyên din jî pîrozkirina li goreyî cewherê Newroza dîrokî nedihat çêkirin. Erê li parçeyên din hinek dihat zanin, lê ew ruh û ew naverok nebû; di astek biçûk dihat pîrozkirin.
Weke mînak, di sala 1985’a de ez jî beşdarê NEWROZ a Qamişlo-Hilko bûm. 15 Partiyên din jî pîrozbahî çêkiribûn. Saet li dor 13.00’an Newroza wan xelas bû, yên vegeriyan malên xwe, yên man çûn pîrozbahiya, “Şopdarên Mazlum Dogan”! Hijmara wan hemûyan ne bi qasî çaryeka vê komê bû. Dika wan jî traktorek romork bû!
Gelê me digotin, “ev cara yekemîn e ku me pîrozbahiyek wisa mezin a NEWROZ’ê pêkanî ye”. Ev mînak ji bo parçeyên dîn jî derbasdar e.
Îca bi hêsanî mirov dikarê bibêje, vê Tevgêrê, bi pêşengtiya Mezlum Dogan, ev ruh û cewherê dîrokî gihand roja îro. Lewma jêre tê gotin: Kawayê Hemdemî! Pir di navbêna dîrokê û îro de avakir.
Lê divê ev mijar kêm nemîne û bi vê şîroveyê were temamkirin. Yê ku ev zanebûn û ruhê berxwedêr û bi curet dabû Mazlûm û heval û şopdarên wî; bîrdoziyek, rêxistinek û dibe ya herî giring jî rêberiyek bû. Ew jî Rêber APO bû.
Belê ji vêna jî giringtir; yê ku ev vîna berxwedêr a zîndana Amadê ya Mazlum pêşengtî jê re kir, li derve hevalê xwe li ser vî rûhê serîhildêr perwerde kir û dîsa vegerand Kurdistanê û têkoşîna Şoreşa Kurdistanê di qonaxek nuh de da despêkirin bû.
Divê ev hest û hilwesta rêberiya mezin û hevaltî û dûrbîn a Rêber APO, zelal were zanîn. Eger hevalê xwe, li pey wê gelê xwe, li ser ruhê vê çalakiya biryardar û watedar perwerde ne kiriba, ev ruh derbasî wan nekiriba, ew pêngavên dîrokî li pey hev, mînak; 15 ê Tebaxê û Şoreşa Rojava û hwd.nikaribûn pêkbihata. Ya ku ev serkeftinên hêja xiste xizmeta gel, ew rêbaz û hewldanên rêberiya xurt a Abdullah Ocalan bû. Hustûnê dozê û şoreşê ewqas stûr û qayim danî bû, ew bi xwe di zîndanê jî de bû, têkoşîn ne şikest, her meşiya û ew ê her bimeşe jî.
Li ser vê bingêhê Newroza 2021 ê bi xêr be û li Rêbar APO û gelê Kurdistanê û herêmê pîroz be!

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.