Rojnameya Ronahî

Li Qamişlo Wargeha Ciwanan

Leylan RESO/Qamişlo

Bi durişma “Ti Kes Nikare Pêşiya Ciwanên Ber Bi Azadiyê Ve Dimeşin Bigire” li Qamişlo îro (15.30.2021ê) saet 12an bi merasimekê Wargeha Ciwanan hat vekirin.

Merasima vekirinê bi deqeyeke rêzgirtina ji bo giyanê Şehîdan dest pêk kir.

Di merasimê de şêniyên bajarê Qamişlo, Desteya Ciwanan û Werzişê û endamên Yekîtiya Werzişê ya bakur û rojhilatê Sûriyê amade bûn. Vekirina Wargehê wê heta 20ê mehê bidome.

Têkildarî mijarê Endama Desteya Ciwanan û Werzişê Nisrîn Hesen wiha axivî: “Rêbertî dibêje “me bi ciwanan dest pê kiriye û emê bi ciwanan bi ser bikevin”. Ji bo ku ciwan xwe bi rêxistin bikin ev demek e em li ser vekirina wargehê dixebitîn. Di wargehê de cihê ofîsa pirtûkan, Çand û Hunerê, sporê, wêne û jinên ciwan heye. Wargeh ne cihê rêxistinê tenê ye, cihê pêşxistina ideolojîk û zanistê ye jî. Di wargehê de kafeterya û ji bo çalakî û civînan holek hene. Ji bo xwendekaran jî pirtûkxaneyek hatiye amadekirin. Di pirtûkxaneyê de piraniya pirtûkan yên Rêber Apo ne.

Merasima vekirinê bi şahî û stiranên ciwanan bi dawî bû.