Rojnameya Ronahî

Derar: Ti sûda daxuyaniyên Rûsya, Tirkiye û Qeterê ji gelê Sûriyê re nîne

Riyad Derar bersiva daxuyaniyên wezîrên derve yên Rûsya, Tirkiyê û Qeterê yên li dijî Rêveberiya Xweser da û got: “ Tu fêda van aliyan li gelê Sûriyê nîne, ji ber ku çareserî divê bi rêya biryarên NY’yê be, bêyî tu alî li ser hesabê aliyekî din berjewendiyên xwe bimeşîne û divê berjewendî ji bo gelê Sûriyê be.”
Hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Riyad Derar bersiva daxuyaniyên dawîn ên wezîrên derve yên Rûsya, Tirkiyê û Qeterê da. Wezîrên derve yên her sê dewleta di civîneke çapemeniyê de bi awayekî eşkere dijminatiya xwe ji projeya MSD’ê ya di Rêveberiya Xweser de nîşan da.
Wezîrê karên derve ya Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku wî bi hempîşeyê xwe yê Tirkiyê û Qeterê re li ser şerê li dijî “Hewldanên cudakariyê li Sûriyê” li hev kiriye. Lavrov bi wê yekê îşaret bi gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku di bin banê Rêveberiya Xweser de herêmên xwe bi rê ve dibin.
Daxuyanî bi rêya civîneke çapemeniyê ya hevbeş ya di navbera wezaretên karên derve yên Rûsya Sergey Lavrov, Qeterê Mihemed Bin Abdurehman Al Sanî û dewleta Tirk Mevlûd Çavûşoglu de piştî civîna li paytexta Qeterê Dewhayê, pêk hat.
Girêdayî vê yekê, Riyad Derar wiha got: “Em jî bi yekitiya Sûriyê re ne, her wiha em bi çareya siyasî ya Sûriyê ya bi rêya xebatên NY’yê û belgenameyên wê yên taybet bi biryara 2254’an re ne. Em MSD’ê li dijî parçebûn û qutbûnê ne û bawer dikin ku gelê Sûriyê yek e û xwedî serwerî ye.”
Derar wiha domand: “ Di encamê de, taybetmendiyeke gelê Sûrî ya siyasî heye û li ser vî bingehî em tev digerin û bang yekitiya di navbera tevahî hêzên muxalîf de dikin ku bigihînin armancên hevbeş, da ku li hember rejîma destpot bisekinin û wê baş binirxînin heta ku bigihînin Sûriyeke nû û dewleteke nenavendî ya demokratîk.”
Derar li ser nêzbûna dawîn a di navbera Qeter û Rûsyayê de û hewldanên wan axivî û wiha pê de çû: “Hevkariya dewletên herêmî bi Rûsyayê re ji bo hevrikî û nakokiya di navbera Rûsya û Amerîkayê de ye û berjewendiya hin dewletan li ser vî alî û wî alî de ye.”
Derar wiha axivî: “Ev tu encameke erênî ku bi xwe re aramya gelê Sûriyê bîne, pêk nayne. Ji ber ku gelê Sûriyê ji bo rûmet û azadiya xwe tê dikoşe û Rûsya hewl dide rejîmê ji nû ve vegerîne û serweriya xwe ji nû ve pêk bîne û nêrîna xwe li rêveçûna şoreşa Sûriyê ferz bike. Dewleta Tirk vê yekê bi rêya Rûsya re di Astanayê de bi rê ve dibe û tevlêbûna Qeterê jî parçeyek ji vê nakokî û hevrikiya herêmî ye.”
Di dirêjahiya axaftina xwe de Riyad Derar wiha berdewam kir: “Em van nêzîkatiyan nabînin ku tu sûdê li gelê Sûriyê dike. Ji ber ku çareserî divê bi rêya biryarên NY’yê be, bêyî tu alî berjewendiyên xwe li ser hesabê aliyekî din pêk bîne û divê li gorî berjewendiyên gelê Sûriyê be.”
Hevserokê MSD’ê Riyad Derar piştrast kir ku divê biryarên NY’yê xwe bispêre çareya siyasî, da ku li şûna sîstema destpot, sîstema demokratî ya rasteqîn pêk were.
ANHA