Rojnameya Ronahî

Pakrewanên 12`ê Adarê hatin bîranîn

Darîn Silê/Qamişlo

Ji bo bîranîna serhildana Qamişlo ya 2004an, bi durişma “Pakrewanên 12`ê Adarê Nirxên Şoreşa Me Ne û Rûmeta Gelê Me Ne”, bi pêşengiya Meclisa Kantona Qamişlo, Desteya Ciwanan û Desteya Çand û Hunerê, li Stada Pakrewanên 12`ê Adarê, îro (saet 10an çalakiyek hat lidarxistin.
Di çalakiyê de di navbera tîma Dêra Zorê û Herêma Cizîrê de lîstika futbolê hat pêşkêşkirin.

Derbarê mijarê de hevserokê Meclisa Pêkanînê ya Herêma Cizîrê Tilat Yûnis wiha got: “Bi pêmana salvegera 17an ya Şehîdên 12`ê Adarê em vê rojê li malbatên Şehîdan û gelê xwe pîroz dikin. Di serhildana 12ê Adarê de, rêjima Beesê û sîxûrên wê xwestin li vê stadê di navbera gelan de şer derxin û îradeya gelê Kurd bişkînin. Di encama vê komployê de bi dehan şehîd û birîndarên Qamişlo çêbûn, bi sedan jî di zindana rêjimê de işkenceyên giran li wan hati kirin. Li hemberî vê, gelê me li seranserê rojavayê kurdistanê serî hilda û plana rêjimê pûç kirin.”

Tilat Yûnis axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em dibêjin ev roj ji me re bû roja biratiya gelan û yekîtiyê. Gelên li ser vê xakê dijîn birayên hev in û bi hev re li hemberî deshilatdaran berxwedanê dikin.”

Di dawiya lîstikê de tîma Cizîrê bi ser ket û çalakî bi şahiyeke hunerî hat bidawîkirin.