Hediya HISÊN/Qamişlo
Bi pêşengiya Desteya Çand û Hunerê ya herêma Cizîrê û Yekîtiya Hunermendên Cizîrê 9ê Adara 2021ê li zanîngeha Rojava, salvegera 32. ya hunermend Mihemed Şêxo hat lidarxistin.
Bîranînê saet 4an dest pê kir. Siyasetmedar, hunermend, nivîskar û gelek ji heskiriyên Mihemed Şêxo beşdarî bîranînê bûn. Di bernameya bîranînê de, bi navê Desteya Çand û Hunerê Selman Îbrahîm, bi navê TEV-DEMê Xerîb Hiso axivîn û gotin, Mihemed Şêxo Hunermendekî nemir e. Li ser navê malbatê jî birayê wî Hecî Hemîd axivî û got, j ber ku ev 32 sal in em ji bîr nekirine em spasiya gelê Kurd dikin. Pişt re ji Koma Hunermendên Herêma Cizîrê, Sefqan Orkêş û zarokên bi navê Şiyar û Evîn Darî çend stiranên hunermend Mihemed Şêxo gotin. Bîranînê heta saet 6 û nîvê dewam kir.
Bîranîn bi stirana (Ez Keçim Keça Kurda me) hat bidawîkirin.
Hunermend Mihemed Şêxo sala 1948. li gundê Xecukê yê bajarê Qamişlo ji dayîk bûye. Navê wî yê rast Mihemed Salih Şêxmûs e. Şêxo mezinê yazdeh birayan e. Di salên xwe yên dibistanê de Mihemed Şêxo gelek hunermendên Kurd nas dike. Ji bandora wan nêzîkî mûzîkê dibe û di sala 1969. de dest bi stiranan dike. Salên xwe yên di navbera 1969 û 1972’yan de li Lubnanê ji bo xizmeta hunerê derbas dike û li Beyrûdê du salan dersên mûzîkê dibîne. Sala 1972yan, bi hinek hevalên xwe re bi navê “Koma Serkeftin” komeke mûzîkê saz dike. Mihemed Şêxo 1973yan derbasî başûrê Kurdistanê dibe û li wir mîna hozan û şervanan kar dike. Paşê diçe Şamê, li wir kaseta xwe ya bi navê Ay Gewrê derdixe. Lê li wir dewleta Sûriyê Mihemed Şêxo rihet nehêle û gelek caran tê binçavkirin. Li ser wê careke din berê xwe dide Başûr û di nava refên pêşmergeyan de cihê xwe digire. Bi têkçûna serhildanê ji wir derbasî Rojhilat dibe û li wir kasetekê tomar dike. Li rojhilatê Kurdistanê ji bilî karê xweyê mûzîkê çend salan mamostetiyê jî dike. Dewleta Sûriyê ji têkiliya Mihemed Şêxo û gelê Kurd aciz dibe û diavêjê zindanê. Mihemed Şêxo êşa welêt di stiranên xwe de rave dike. Bi navê hunermendê xizanan tê naskirin. Şêxo di stiranên xwe de balê dikişîne ser êşa gel ya li her çar parçeyên Kurdistanê. 6ê Adara 1989. piştî derketina Mihemed Şêxo ji girtîgehê kirîza dil derbas dike. Yekser dibin nexweşxaneya Wetenî ya li Qamişlo. Lê sibeha 9ê Adarê jiyana xwe ji dest dike û li pey xwe mîraseke hunerî ya ji 120 stiranan dihêle.