Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Cotkarên li Şengalê bang li hikûmetê kirin

23/06/2018
in Uncategorized
A A
Cotkarên li Şengalê bang li hikûmetê kirin
Share on FacebookShare on Twitter

Li Şengalê cotkaran dest bi dirûna ceh û genimên xwe kirin. Cotkarê bi navê Welîd Xidir diyar kir ku îsal gelek ziyana wan bûye û banga alîkariyê ji hikûmetê kir.Gelê Êzidî û bi taybet ên Şengalê herî zêde debara xwe bi çandiyê û berhemên xwemalî dikin. Di demsala zivistanê de çavê wan li barîna baranê ye, ji bo ku berhemekî baş ji çandiya wan derkeve. Sala ku baran kêm bibare cotkar ziyanê dibînin.Li Şengalê cotkaran îsal jî dest bi dirûna ceh û genimên xwe kirin. Lê tevî ku cotkar dibêjin, îsal qismetê wan ev e jî, lê dema ku berhemên xwe kom dikin, ji ber ziyanê xemgîn dibin.
Cotkarê bi navê Welîd Xidir ku xelkê komalgeha Gohbel ya ser bi Şengalê ye û alavên çandiniyê û rakirina berhemên çandiniyê yên wî bi xwe ne, diyar kir ku gelê Şengalê herî zêde karê çandiyê dikin, lê îsal jî sûd ji çandiyê nedîtin û got; “Ger alavên rakirina berheman ne yê me bi xwe bûna, me nedikarî em kiriya wan bidin, lê dîsa ji ber çandinî qismete, em spasiya xwedê dikin, dema baran kêm bibare em ziyan dibînin. Îsal ji ber baran kêm barî me ziyan dît.”Xidir da zanîn ku wan îsal 100 ton ceh û genim çandine, lê heya niha 10 ton kom nekirine û daxwaz ji hikûmetê kir ku alîkariya wan bike û got: “Hikûmet bi gel re nabe alîkar. Ger bibûya alîkar, me yê aboriya xwe bi xwe xurt bikira, ji ber ku deşta Musil û bi taybet erdên Şengalê ji bo çandinyê pir başin, lê hikûmet pişta xwe bi petrolê girê dide û çandiniyê pişguh dixe. Ger kesek bixwazibe bi van makîna çandinyê bike, ji ber mazot ji aliyê hikûmetê ve nayê dayîn û gel jî feqîre nikarin çandinyê bikin.”Welîd Xalid diyar kir ku hikûmetê hîn pereyê berhemên wan ê par nedane…ROJNEWS

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.