Ji ber sûcên artêşa tirkî ya dagîrker û çeteyên wê yên li dijî jinên Efrînê dikin, jinên Heleb û Şehba 55 hezar û 170 imze kom kirin da Erdogan ji ber van sûcan, were darizandin.
Tevgera Jinan ya li Ewropa (TJE- E) 25’ê Mijdarê hemleya “Sed Hezar Imze Ji Bo Sed Sedem Darizandina Erdogan” da destpêkirin, da edalet bi darizandina Erdogan ku sûcedarê sereke yê sûcên qirkirina jinan e, pêk were.
Armanca hemleyê eşerekirina siyaseta qirkirina jinan ya ji aliyê AKP’ê ve ye.
Weke berdewama vê hemleyê, Kongreya Star li herêma Efrîn, Şehba û bajarê Helebê ji bo darizandina Erdogan, imze kom kirin.
Li kantona Şehba 34 hezar û 626, li bajarê Helebê 20 hezar 544 imze hatin komkirin.
Piştî bidawîkirina komkirina imzeyan, endama Koordînasyona Kongreya Star ya herêma Efrînê, Fatimê Silêman got, ji bo piştgiriya hemleya ji hêla jinên Ewropa ve hatî destpêkirin, li herêma Şehba me imze kom kirin.”
Fatime Silman wiha domand: “Ji bo darizandina Erdogan ji ber sûcên kirîn, me 34 hezar û 626 imze kom kirin. Ev emze wê radestî Komîteya Têkiliyan bibin ji bo bigihîjin Tevgera jinên li Ewropa.”
Fatime Silêman diyar kir ku bi saya felsefe û fikirê rêber Abdullah Ocalan, jinên Rojhilata Navî mafên xwe nas kirin.”
ANHA