Amara Baran/Qamişlo
Mamosteyê Zanîngeha Dihokê û Siyasetmedarê Başûrê Kurdistanê Dr. Kamuran Berwarî da xuyakirin ku şandeya DEM Partiyê silav û peyamên Rêber Apo bi gelê Başur re anç bûn û wiha got: “Çekdanîn bi tenê axaftinê nabe, divê şert û merc bên sererastkirin.”
Şandeyek ku ji Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) pêk dihat, li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê di çarçoveya banga Aştî û Civaka Demokratîk a ku di 27’ê Sibatê de ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve hatibû kirin de hevdîtin pêk anîn.
Di Derbarê hevdîtina Şandeya DEM Partiyê ji bona Başûrê Kurdistanê de, Mamosteyê Zanîngeha Dihokê û Siyasetmedarê Başûrê Kurdistanê Dr. Kamuran Berwarî ji rojnameya me re axivî.
‘Armanca hatina şandeya DEM Partîyê li Başûrê Kurdistanê pêngava avêtina proseya aşitîyê ye.’
Akademisyen û sîyasetmedarê Kurd Dr. Kamuran Berwarî da hatina DEM Partî û serlêdanên wan yên jibo Başûrê Kurdistanê weke destpêkirina proseya çareseriya nirxand û wiha destpê axaftina xwe kir: “22 Nîsana 2025’an de ji ber ku çend rêzê hevdîtîn pêk bînîn şandeya ku bi parlementerê DEM Partiyê pêkdihatin derbasî Başûrê Kurdistanê bûn. Armanca sereke ew e ku bang û peyamên rêberê gelan Rêber Abdullah Ocalan yên ji bona çareseriya dane fêmkirina hemû gel û beşên Kurdistanê ye. Nêrînên hikûmeta Tirk û hevdîtinên li gel rayederên hikûmetê tên kirin di rojeva serlêdanên şandeyê de cih digirtin. Ev jî pêwîst dikir ku desthilatiya hikûmeta Federa ya Kurdistanê û gelê Başûrê Kurdistanê jî fêmbikin ku ev banga Rêber Apo ji bona tevahî Kurdistanîya ye. Di heman demê de jî, hatina şandeyê cudahiya wan yên serlêdanên bere ew bû ku gelek siyasetmedar, mamosteyên zanîngehê û welatparêzên Başûrê Kurdistanê re hatin kirin. 22’ê Nîsana 2025’an li Enkawa ya li Hewlerê cihdigire cîvînek hat amadekirin. 50 pirs weke pêşnûma hatin pêşkeşkirin. Gelek pêşniyarên ku ji bona pêşxistina proseyên aşitiyê hatin dayin. Navbera demijmêr 3 û 4 seetan ev hevdîtinan berdewam kir. Ev hevdîtinên li Hewlerê li gel hîn partiyên siyasî yên nûnerên şaxê Rojhilat, Bakur û Başûr hatin kirin.”
‘Ev hevdîtin peywendiyên di navbera Bakur û Başûrê Kurdistanê te xurtir dikin’
Kamuran Berwarî giringîya wan hevdîtinên wisa diyarkirin û wiha axaftina xwe domand: “Ev helwest û xwastekên Rêber Apo ji bona çareserî û demokrasiyê pir bi wate ne. Ji ber wê ye ku şandeya DEM partî serlêdanan Başûrê Kurdistanê kir. Ev hevdîtin dê bine pirek di navbera Bakur û Başûrê Kurdistanê de. Ew hevdîtinên wisa dê berdewam bikin ji ber ku pêvajoya çareserî û demokrasiyê ne rojeke û bi dawî jî nab e. Ev demên wisa kêliyên dîrokî ne û pêwîstî yekgirtin û hevra karkirinê hey e. Pêwiste sîyaset û diplomasiya Kurdî ya nawxe û hindir pêşbikev e. Pêwîste hêzên navnetewî ji bona ev proseya aşitî piştgrî bidin û DEM partî bikare xwe bigihijîne hemû aliyên peywendîdar. Dê di nav wan mehan de gelek danûsitandinên diplomasiyê bên pêşxistin. Ji ber ku ev proseya çareseriya ya li gel Rêberê gelê Kurd Rêber Apo tê meşandin ne tên asta Bakurê Kurdistanê di heman demê de girêdayî hemû beşên Kurdistanê ye. Ji ber ku ev prose proseya Rêber Apo ya “Konfederalîzma demokratîke.” Rola girava Imraiyê rola sereke yak u bi hevgirtina kurd û gelan de tevahî. Pêwiste dê serî de Rêber Apo û hemû aliyên ku wê proseyê radibin bên parastin û piştgrî kirin ji aliyê gelê Kurd re. Divê mafê hevîyê bi Rêber Apo re, demildest dayin û di heman demê de pêşiya wî ya siyasetê bê vekirin. Konferansek bî lidarxistin li asta navnetewî de, Rêber Abdullah Ocalan jî li gel hevalên xwe beşdarî wê konferansê bib e. Danûstandin li gel Tevgera Azadiyê destpê bike û wisa kongre bê lidarxistin. Weke din ti rêyen ku çareserî û demokrasiyê nîne, nayê peydakirin.”
‘Piştî banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê gave şênber nehatine avêtin’
Berwarî nêzîkbûnê hikûmeta Tirk ya ji bona nêzikbûna Banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê rexne kir û wiha axaftina xwe qedand: “Piştî banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê ya binavê “Banga Aşitî û civaka demokratîk” banga dîrokî ti hewildan ji aliyê hikûmeta Tirk nehatin kirin. Ti gavên erenî û şenber heya niha nehatine avêtin. Rayedarên dewleta Tirk dibêjin “Pêwîste PKK çek dayn e.” Çek danîn ne çareseriye, ji bona pirsgrika gel û civakan. Ji ber ku dema ji aliyekê hate xwestin ku çek daynin dû encamê wê hene; yek, radestbûyine ya dûyemin jî, çareserkirina pirsgrikên wan gelan e. Ji xwe ji bona gelê Kurd û Tevgera Azadiyê ji bona radestbûyin ne pejirand, di destpê şoreşa çekdarî kir. Ji ber wê sedemê ye ku daxwaze gelê Kurd ew e ku PKK bib e tevgerekê sîyasî û bikare bi riyên demokratîk xwe kar û xebatên xwe bi meşîn e. Ger ku ew jî pêkneyê Tirkiye û dewletên hegemon yên din jî nikarin xwe bigihînin asta demokrasi yê. Ji ber wê bingehê şandeya DEM Partî hat Başûrê Kurdistanê û çend rêze hevdîtin pêkanîn.”