Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Derbarê rewşa Elwiyan li Dêrikê civînek hat lidarxistin

28/04/2025
in NÛÇE
A A
Derbarê rewşa Elwiyan li Dêrikê civînek hat lidarxistin
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman/ Dêrik

Îro, Meclisa gel a bajarê Dêrikê di derbarê rewşa Elewiyên ku berê xwe dane herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê civînek li dar xist.

Meclisa gel a bajarê Dêrikê di derbarê rewşa Elewiyên ku berê xwe dane herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê civînek li navenda Çand û Hunerê ya Dicle a bajarê Dêrikê li dar xist.

Di destpêka civînê de hemû hazir bi xuleyek bêdengî li ser giyanê Şehîdan rawestiyan, paşê li ser navê Rêveberiya Meclisa gel a Bajarê Dêrikê Ceger Efrîn li ser rewşa siyasî axivî û wiha got:” Di serî de em bi xêrhatina we dikin û em ê hertim di xizmeta we de bin. Di destpêkê de her kes dizane ku rewşa siyasî çawa derbas dibe û çiqas pirsgirêk derdikevin, ev alozî û pirsgirêk ji piştî peymana Sayks Bîko derketine heya roja îro dewam dikin. Dewletên hegemonîk da ku dest deynin ser welatê me berê xwe dan parçekirina civakî û derxistina nakokiyan di navbera pêkhateyan de. Di heman demê de ev 55 sal in ku rêjîma Baas dixwest di navbera pêkhateyan de nakokiyan derxe, raste ew malbatek elewî bûn lê sîstema wan ne li gorî gelê elewî bû û hertim qirkirin û pişaftina gelan pêk tanî. Lê piştî şoreşa Rojava gelên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi saya fikir û ramanên Rêber Apo karîn xwe bi rêxistin bikin û sîstemekî ava bikin ku hemû netew cihê xwe têde bigrin. Raste Rêber Apo di zindanê de ye lê hûn jibîr nekirine, di nameya xwe de bang dikir ku gelên Elewî jî xwe birêxistin bikin û hêza xwe avabikin.”

Di berdewamiya civînê de Hevseroka Meclisa gel a bajarê Dêrikê Rojîn Çeto di derbarê rewşa rêxistinî de axivî û wiha got:”Pêwîst e gelê Elewî jî xwe bi rêxistin bike û komînên xwe ava bike, da ku em jî bikaribin bi wan re bibin alîkar di milê pêkanîna pêdiviyên wan de. Di heman demê de divê di serî de jin bibe pêşeng û fikrê Netewa Demokratîk nas bike û pêk bîne.  Di heman demê de divê gelê Elewî jî hêza xwe di nava QSD’ê de ava bike da ku bikaribe parastina xwe bike.”

Di dawiya civînê jî qomîteyê destûr da haziran ku pêşinyarên xwe bikin da ku rewşa Elewiyên ku berê xwe dayîn herêmê aram bibe.

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.