Hemza Sêvo/ Qamişlo
Endamê Desteya Seroketiyê ya PYD’ê Salih Muslim diyar kir ku wê belgeya netewî ya Kurdî mafê kurdan bide bidestxistin. Herwiha Mizgîn Yûsif anî ziman ku Konferansa Kurdî xewneke mezin û gaveke dîrokî ye ji bo gelê kurd.
Konferansa Kurdî, di 26’ê Nîsanê de bi beşdarbûna tevahiya partiyên siyasî, tevgerên jinan, rewşenbîr, kesayetên serbixwe, nûnerên partiyên Kurdistanî hat lidarxistin.
Ev konferans bi taybet ji bo yekbûna partiyên kurdî û helwesta netewî ya kurdî li dar ket û tê de belgeya kurdî ya ji bo bidestxistina mafê gelê kurd ê siyasî, çandî, perwerdeyî û erdîngarî hat xwendin.
Derbarê lidarxistina konferansê, endamê Desteya Seroketiyê ya PYD’ê Salih Muslim û seroka Meclisa Êzîdiyên Sûriyê Mizgîn Yûsif ji rojnameya me re axivîn.
‘Konferansa Kurdî gaveke dîrokî ye’
Mizgîn Yûsif anî ziman ku Konferansa kurdî xewneke mezin û gaveke dîrokî ye ji bo gelê Kurd û wiha bi lêv kir: “Pêkanîna konferans ji bo gelê Kurd xweneke mezin e û gaveke dîrokî ye. Piştî 14 salan ji şoreşê êdî hewldanên ji bo yekrêziya gelê Kurd gihan encamê. Konferans nameyeke dîrokî da dijminan ku gelê Kurd yekîtiya xwe pêk anîn, hem jî dan xuyakirin ku çendîn pirsgirêk di navbera partî û tevgerên Kurdî de hebûn, lê dema ku mijar dibe doza kurdî, hemû tevger, partî û rêxistinên kurdan dibin yek, ji dijmin re dibêjin ‘Em hene, em li vir in û gelê Kurd yek e’. Amadebûna partiyên kurdî ji Bakur û Başûrê Kurdistanê jî tekez kir ku ew piştgirên konferansê û yekîtiya gelê Kurd li Rojava û tevahiya Kurdistanê.”
‘Diyalog pir girîng e’
Seroka Meclisa Êzîdiyên Sûriyê Mizgîn Yûsif destnîşan kir ku diyalog ji bo pêkanîna daxwazên gelê Kurd pir girîng e û wiha axivî: “Îro em weke gelê kurd dema em li hev bicivin helbet em ê astengiyan û xalên bi nakok ên ku dibin sedem ji dûrketin hevrêziyê, rakin ji holê. Bê guman berî ku konferans li dar bikeve astengî hebûn, lê bi diyalogê hatin rakirin û partiyên siyasî ev pirsgirêk çareser kirin. Diyalog ji bo pêkanîna daxwazên gelê kurd, pê re jî çareserkirina pirsgirêkan tiştekî girîng e. Lidarxistina konferansê gava yekemîn e ku gelê Kurd li hev bicivin û ji bo siberoja xwe di Sûriyê de bibin yek û yekhelwestiya xwe bînin ser ziman. Pirbûna nerînên siyasî ne pirsgirêk e, tişta girîng em yekhelwest bin ji bo doza Kurdî.”
‘Belgeya navnetewî wê mafê kurdan misoger bike’
Salih Muslim tekez kir ku wê belgeya navnetewî ya kurdî mafê kurdan bide bidestxistin û wiha got: “Di serî de em tekez dikin ku belbeya navnetewî ya kurdî ku li vê konferansê hate xwendin, parçebûna xaka Sûriyê naxwaze, lê belê daxwaza demokrasiyê û wekheviyê di navbera Sûriyê de dike. Herwiha gelê kurd jî cihê xwe di nava destûrê Sûriyê de bigirin û ew jî xwedî biriyar bin. Li aliyekî din gelê kurd di Sûriyê de mafê xwe ji hemû aliyan ve werbigire, siyaseta xwe bike, bi zimanê xwe biaxive û bi çanda xwe bijî, xalên bingehîn di vê çarçoveyê de hene. Şêwyê Xweseriya Demokratîk, sîstema Etonomî, Fedraliyet pêkan dibe ji bo gelê kurd, ya girîng ew e ku kurd azad bin û mafê xwe bi dest bixin. Bê guman belgeya navnetewî ya kurdî wê mafê Kurdan ji hemû alyan ve misoger bike û bi dest bixe. Ji bo danûstandinan bi desthilata Şamê re wê şandeyeke bê avakirin û wê li ser bingeha belgeyê diyalogê bi Şamê re çêbike.”
‘Konferans ji pêkhateyên din re jî pişt e’
Endamê Desteya Seroketiyê ya PYD’ê Salih Muslim diyar ku Konferansa Kurdî ji bo gelê kurd û pêkhateyên din pişt e û wiha domand “Cara yekem ku kurdên Rojavayê Kurdistanê û partiyên wê yên siyasî bi vî rengî li hev kom dibin û bi hevbeşî biriyarekê distînin. Nexasim di van geşedanên heyî de yên ku herêma Rojhilata Navîn tê re derbas dibe û bi taybet di vê pêvajoya dîrokî de. Lidarxistina vê konferansê jî pêwîstiyeke mezin bû ku gelê kurd li Rojava hewcedarî wê bû. Berî şoreşê tevera kurdî li Rojava lawaz bû, bi destpêkirina şoreşê re êdî bi hêztir bû, dijmin xwestin ku parçebûnê bixin nav partiyên kurdî de û xwestin rewşa berî sala 2011’an vegerînin. Lê piştî konferansê êdî nakokî neman, bila tu kes ji vê konferansê netirse û dilê gelê Kurd aram be. Ji ber ku ev konferans wê bibe pişt ji bo gelê Kurd di heman demê de wê bibe pişt ji pêkhateyên din re.”