Çavkaniyeke xwedîagahî ragihand ku ENKS danûstandinên PYNK û ENKS’ê yên qonaxa sisiyan asteng dike.
Ji hefteya borî ve amadekariya lidarxistina qonaxa 3. ya danûstandinên di navbera Partiyên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdî (PYNK) û Encûmena Nîştimanî ya Kurdî (ENKS) de dihatin kirin. Danûstandinên di navbera her du aliyan de di çarçoveya insyatîfa Fermandarê Giştî yê QSD`ê ya dawiya 2019`an ji bo yekîtiya kurdî dabû destpêkirin de, pêk dihatin.
Li gorî daxuyaniyan, dihat payîn ku qonaxa 3. di hefteya 2. ya Sibatê de bê lidarxistin. Lêbelê pêk nehat.
Çavkaniyeke xwedîagahî ragihand ku danûstandinên di navbera ENKS`ê û PYNK`ê de hatine rawestandin û dibe ku qonaxa 3. di rojên mayî yên vê mehê de pêk neyê.
Heman çavkaniyê da zanîn ku ENKS`ê lidarxistina qonaxa 3. ku dihat payîn hefteya borî bê lidarxistin, asteng dike.
Piştî ku Fermandarê Giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî 31`ê Çileya borî got, armanca me serkeftina diyaloga di navbera ENKS`ê û PYNK`ê de ye. Erkê her kesî ye ku xwe ji bo qonaxa nû ya yekîtiyê di rojên pêş de amade bike”, behsa lidarxistina qonaxa nû ya danûstandinan hat kirin.
Dihat payîn ku di qonaxa 3. de nîqaşên li ser beşdarbûna ENKS`ê di Rêveberiya Xweser û saziya leşkerî de, werin kirin.
PYNK û ENKS 16`ê Hezîrana 2020`an têkildarî danûstandinan de gihîştibûn lihevkirinê.
ANHA