Welatparêzê Kurd Xelîl Şen yê li bajarê Dresden yê Almanya dijiya, di salvegera komploya 15’ê Sibatê de bedena xwe da agir û şehîd bû.
Welatparêzê Kurd Xelîl Şen ku 25 sal in li bajarê Dresden yê Almanyayê dima, di salvegera Komploya 15’ê Sibata 1999’an ya li ser rêber Abdullah Ocalan, ji bo şermezarkirina tecrîda giran ya li Îmralî bedena xwe da agir. Şen ku cihê çalakiya xwe li ber derê avayiya meclisa eyaleta Dresdenê hilbijart, li pey xwe nameyek hişt û tê de wiha gotiye: “Rêberê mirovahyyê Serok Apo bi mehan e agahî jê nayê girtin, ne parêzer û ne jî malbat hevdîtinê dikin. Li dijî vê xebat û tevger heye, lê têrê nake.”
Şen ku ji aliyê Kurdistaniyên li Dresden û derdora wê ve tê nasîn, 13’ê Sibatê roja Înê diyar kiribû ku wê tevlî meşa li Berlînê ya ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî bibûja. Ji wê rojê ve ti agahî jê nehatibûn girtin. Rêveberên Komeleya Dostên Alman ya Kurdan ya Dresdenê serî li navenda polîsan dabûn û ji bo Şen serlêdana windabûnê dabûn.
Li gorî lêkolînên polîsan roja Înê kesê li navenda Dresdenê bedena xwe dayî agir Xelîl Şen e. Li bendê ye ku cenazeyê Şen bidin malbatê.
Xelîl Şen ku sala 1971’ê li navçeya Dihê ya Sêrtê hatiye dinê, di nameya xwe de wiha gotiye:
“Bi hezaran Kurd li girtîgehan in. Ev serhildana min e. Yê dibêje ez Kurd im, welatparêz im, Kurdistan welatê min e, yên dixwazin Kurdistan azad bibe, divê gelê Kurd yê welatparz û dostê wan tavilê xwe ji vê bêhetbûnê rizgar bikin”.