Leylan Reso/Qamişlo-
Îro li Goristana Şehîda ya bajarê Qamişlo, cenazeyê endamê ASAYÎŞê, Ş. Mihemed Mişel bi merasîmeke bi heybet sipartin axê.
Mihemed Mîşel li bajarê Qamişlo dema ku li ser erka xwe bû, di seat 3`an de bi qeza ya tirafîkê şehîd ket.
Di merasîmê de saziyên qada civakî, hêzên ewlekarî û saziya malbatên şehîdan jî cî girtin.
Di merasimê de endamê saziya malbatên şehîdan Lazgîn Elî despêka axaftina xwe de, serkeftina Garê silav kir û wiha got: “Ez sersaxî giştî ji gelê Kurd, malbata şehîd re dixwazim û soza şopdayîna xiyalên şehîdên xwe didin.”