Darîn Silê/Qamişlo-
Bi armanca pêşxistina zimanê dayîkê bi taybt ji bo zarokên Kurd yên Êzîdî, desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê bi piştgiriya rêxistina “FROM THE AMERICAN PEOPLE” (USAID), çar dibistan li gundrewarên bajarê Amûdê vekirin. Yek ji wan li gundê Dugirê yê bajarê Amûdê îro saet 10an bi merasimekê hat vekirin.
Merasima vekirinê, Ji bo bîranîna Şehîdan bi deqeyeke rêzigirtinê dest pê kir.
Di merasimê de, Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê, sazî û meclisên bajarê Amûdê û gundewarên wê, Kongira Star û Rêxistina Sûriyê amade bûn.
Mamoste Xemgîn Bozo bal kişand ser astengiyên xwendevanan, giringiya zimanê kurdî û perwerdeyê û wiha pêde çû; “Berî niha xwendekarên gundê Dugirê li dibistanên derveyî gundê xwe dixwendin û gelek zehmetî di çûnûhatinê de dikişandin. Ji bo wê bihevkarya Desteya perwerdê û rêxistina (USAID) çar dibistan li gudewarên Amûdê vekirin. Armanca me ji vê projeyê ew e ku xwendekar bi awayekî rêkûpêk perwerdeyê bibînin û fêrî zimanê dayîkê bibin.”
Di dawiyê de Desteya Perwerdê çenteyên dibistanê li zarokan belav kirin.