Saturday, June 6, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Heta kêliya dawiyê xebat û têkoşîn

23/06/2018
in Uncategorized
A A
Heta kêliya dawiyê xebat û têkoşîn
Share on FacebookShare on Twitter

Namzetê Serokkomariyê yê HDP’ê Selaheddîn Demîtaş diyar kir ku Erdogan li ber çûnê ye, HDP xwedî wê potansiyelê ye ku dikare ji encamên 7’ê Hezîranê derbas bibe.
Demîrtaş bal kişande ser girîngiya hilbijartina 24’ê Hezîranê û got, ‘’Kêlîkên dawî ji bo kampanyaya hilbijartinê girîng in. Heta ku encamên fermî yên teqez neyên ragihandin kampanya ne qediyaye. Her kes heta kêliya dawî divê xebatên qanihkirinê, rêxistinê û ewlehiya sendoqê bike.’’
Namzetê Serokkomariyê yê HDP’ê Selaheddîn Demîrtaş zext û zordariyên ji 7’ê Hezîranê ve yên li ser HDP’ê bi bîr xist û got, li gel vê jî potanisiyeke ji ya 7’ê Hezîranê zêdetir heye, hedefa wî jî ew e ku bimîne tûra 2’yan.
Demîrtaş rikberên xwe bi peyvekê da naskirin. Ji bo Muharrem Înce got, ‘’Kelecanî’’ ye. Ji bo Meral Akşener ‘’Bihêrs’’, ji bo Temel Karamollaoglu ‘’henûnî’’ ji bo Dogu Perînçek ‘’Xeyalan dibîne’’ û ji bo Recep Tayyîp Erdogan jî got, ‘’Li ber çûyînê ye.’’
Demîrtaş da zanîn heke ew bimîne tûra duyan ji bo ku bi partiyên muxalîf û namzetan re li ser hin rêgezên demokratîk li hev bikin û bi hev re rêveberiyê bikin wê teklîfekê bike û vê teklîfa we jî li ber raya giştî li ser protokolekê bide rûniştandin.
Demîrtaş li ser naveroka bernameya ku wê teklîfa wê bike çend xal rêz kirin: “Di demeke kurt de danîna destûreke nû û vegera li pergala parlamenteriyê; rakirina Rewşa Awarte û mexdûrbûna ji ber BHQ’ê; Li hundir û derve pêkanîna polîtîkayên çareseriyê yên li ser aştiyê; Li girtîgehan ji bo yên ku bi neheqî têne girtin avêtina gavan; Gavên ji bo pêkanîna daraza serbixwe; Mîsogerkirina azadiya raman, xwepêşandan, rêxistin û çapemeniyê; avakirina aboriya hilberîner; pêkanîna sozên li ser polîtîkayên perwerde û tenduristiyê; avakirina kabîneyê ku bi kêmanî nîvê wê jin bin.
Demîrtaş li ser tevlêbûna Tansû Çîller ya mîtînga AKP’ê got, ‘’Me digot wê dawiya Erdogan jî weke Çîller be. Tayek ji hev neberdane. Hindik maye ku aqûbeta wî ya siyasî jî bişibe ya Çîller. Tê gotin, hemû kujer rojekê teqez diçine cihê ku kuştin lê kirin, niha pir normal e ku hemû li dora AKP’ê bigihin hev.’’
Demîrtaş li ser pirsa, ‘‘ku ji sendoqê ‘statûko’ derkeve wê çi bibe?’’ got, ‘’wê têkoşîn bidome’’
Demîrtaş li ser talimata Erdogan a ‘’Nehêlin HDP bendê derbas bike’’ û heke HDP’ê di bin bendê de bihêlin jî got, ‘’Heke HDP’ê di bin bendê de bihêlin, AKP bi kêmanî wê dest li ser 70 parlamenterî deyne û krîzeke giran a nerewabûnê wê çêbibe. Heke HDP bendê derbas bibe AKP-MHP wê li Meclîsê ne xwedî kursiyên herî zêde bin û alternatîfek derkeve holê. Ev encam jî, di tûra duyan de ya dengdana Serokkomariyê de wê di berjewendiya muxalefetê de be.’’
Demîrtaş herî dawî got, ‘’Kêlîkên dawî ji bo kampanyaya hilbijartinê girîng in. Heta ku encamên fermî yên teqez neyên ragihandin kampanya ne qediyaye. Her kes heta kêliya dawî divê xebatên qanihkirinê, rêxistinê û ewlehiya sendoqê bike.’’…MA

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
ROJEV

Rêber Apo Careke din Tekez kir ku Demokratîkbûn Pêwîstiyeke Jiyanî ye:

06/06/2026
Rêber Apo ji 24’emîn Civata Giştî ya KNK’ê re peyam şand
NÛÇE

Rêber Apo ji 24’emîn Civata Giştî ya KNK’ê re peyam şand

06/06/2026
Planên Barrak li Îraqê hene, divê partiyên Kurdî li Başûr çi bikin?
POLÎTÎKA

Planên Barrak li Îraqê hene, divê partiyên Kurdî li Başûr çi bikin?

06/06/2026
Li Amedê Nanê Gel tê amadekirin
CIVAK Û JIYAN

Li Amedê Nanê Gel tê amadekirin

06/06/2026
Serlêdana 2’yemîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz dest pê kir
JIN

Serlêdana 2’yemîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz dest pê kir

06/06/2026
Roja Cîhanî ya Jîngehê
Aborî û ekolojî

Roja Cîhanî ya Jîngehê

06/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.