Ronahî/Qamişlo
Ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocelan, bi durişma “Emê Emperyalîzmê Bi BerxwedanêBişkînin” Îro (15.02.2021) saet 10an, şêniyên bajarê Qamişlo meşekegirseyî li dar xistin.
Meşê ji çarriyana Sîvan dest pê kir û li taxa Siyahî li ber deriyê rêxistinamafê mirovan (UN ) bi dawî bû. Di çalakiyê de saziyên RêveberiyaXweser û qadên civakî, TEV-DEM, PYD, Konreya Star û hêzênewlekariya bakur û rojhilatê Sûriyê amade bûn.
Di meşê de çalakkeran bal kişand ser girîngiya vê rojê ku di dîrokaKurdan de Roja Reş tê naskirin. Herwiha ji bo şkandina tecrîdê û têkbirina komployê, soza berxwedanê hat dayîn.
“TI KES NIKARE ME JI RÊBERÊ ME QUT BIKE”
Li ser girîngiya rojê hevsrokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso, wiha axivî: 22 sal in Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di zindanê de ye. Dewleta tirkî û hêzên komploger xwestin bi vê komployêgelê Kurd tine bikin û ji felsefeya rêbertiyê qut bikin. Lê ti kes nikareme ji rêberê me qut bike û wê têkoşîna me bênavber dewam bike.