EVÎN ŞIRNEX
Komploya Navnetewî di 9 Cotmeha 1998 destpêdike û 15 Sibata 1999 bi êsîr girtina Rêber APO’ komplo bi encam dibe. Em 22 salên Komployê li şun xwe dihêle. Em careke din vê komploya navnetewî bi hemu hêrsa xwe şermezar dikin û em soz didin ku têkoşîna li dijî dagirkerî û xwîn mijî yê berdewam be. Bi dîl girtîna Rêber APO re hevalên ku bi durişma hun nikarin roja me tarî bikin û bedana xwe dan ber agir em careke din bi minet û rêz wan bi bîr tînin û dibêjin ala we ti caran yê li erdê nemîne û yê her were bilindkirin. Li hember vî sucê mirovahiyê a li dijî Rêber APO û gelê Kurd ti caran emê ji bîr nekin û efu nekin. Ji bo em bikarin vê komployê vala derxin bi her awayî em xwe xwirt bikin.
Komploya navnetewî heta niha bi geleke aliyan ve hatiye şîrovekirin û lêpirsîn kirin. Hêzên komiploger bi dîl girtina Rêber APO çi hedef kirin û armanca wan çibû? Em dizanin ku bi dîlgirtinê armanca yekane di kesayeta Rêber APO de hedef qikirina netewa Kurd bû, ne qebulkirin û înkara ebedî bû. Bi têgeha terorîzekirina Rêber APO û Tevgera Azadiyê êrişên xwe yê hovane rewa kirinbû. Ev êriş heta niha jî bi cure rengan berdewame. Di tebîeta dagirkeran de şêwaza şer tê guhertin lê belê cewher bi ti awayî nayê guhertin. Li hember vê komployê rastiya Rêber APO û sekna wî em dema digirin dest, li herema Rojhilata Navîn, li Kurdistanê û li tevayî cîhanê guhertinên civakî û demkokratîk em dibînin. Lêxwedî derketina Rêber APO a di asta cîhanî da kesên akademisyên demokrat, jin, tevgerên azadîxwaz, sendîkavan û zanyar bi awayeke zelal û vekirî ji dagirker û komplogera ra dibêjin daxwaz û hedefên we yê pêk neyê. Li hember vê rastiyê hêzên hegemon ên komploger îflas kirin. Ango daxwaza wan li wan zivirî. Ji ber ku di asteke cîhanî da mirovahiya bê hêvi mayî bi felsefe û birdoziya Rêber APO, de xwe dîtin. Dahurînên Rêber APO yên pergala demokratîk şewq da asîmanê dilê mirovahiyê.
Em dizanin ku bi vê komployê êriş li ser dil, mejî, hest û ramanên me hebû. Bi vê komployê dixwestin rayê me yê jiyanê ji kokê qut bikin. Lewra jî divê bi dil, bi hizir bi hest bi raman sekneke bi bawer û rast vê komployê em vala derxin. Ji ber vê yekî jî divê wêneyên vê komployê em rast bigrin dest û rast şîrove bikin. Em hêzên hegemon biçuk nebînin, lê belê wan pir mezin jî nekin. Ti hêz mayînde ango bê dawî nîne. Eger em wan bê dawî bibînin em neçarin ku serê xwe bitewînin xwe radestî qederê bikin. Hêzên hegemon ji bo bijîn xwe li herem û sinuran diqelibînin em vêna jî baş dibînin û dixwînin. Lewera jî em dizanin pergala ku kapîtalîzîm avakiribû û li ser dimeşiya hilweşiya. Mirovahî û civak fetisand. Mirovahî bêhn çikandî kir. Di encamê vê bêhn çikandinê da mirovahî lêgera xwe ya azadiyê berdewam kir û li sinurê ramanên Rêber APO sekinîn.
Dema mirov li dîrokê dinêre ango lîkolîn dike, mînaka ku Rêber APO rûbirû mayî nabîne. Kirineke bê mînake, kapîtalîzma ku elimîne ceribandina li ser beden, hizir û hestên mirovan pêk bîne. Navê wê jî dibêjin ceribandinên zanistê. heman ceribandin li ser Rêber APO pêktînin, siyasî, polîtîk û dijminahiya bê mîneke. Ev tecrîd asta tehemula mirovan ceribandine. Diceribînin û lê temaşe dikin ka mirov bêyî kesê bibîne û temas bike moral manewî dikare çawa û çiqasê bijî? Lewra jî ti exlaq,rêgez û pîvana li nava xwe da nahewîne. Ev bernameyeke taybete. Mirov, lawir û nebat qada ceribandinên wan yê qaşo zanistê ne. Hemu beşên civak û zindiyan ji bo qada zanistê denek ango amorê ceribandinê ye. Vê carê jî li ser Rêberan pêktînin ku bizanin ka kesên di asta Rêberan de çiqas li ber xwe didin.
Li hember hemu kirin û înkarê felsefeya Rêber APO sinurên Kurdistanê derbaskir. Dahurîn û perspektîfa Netewa demokratîk û heta Konfederalîzma Demokratîk raxma hêzên hegemon yê bi jiyanî bibe. Ev felsefe ti caran yê nemire û yê mirina kapîtalîzmê bi xwe ra bîne. Lewra jî destik û pêleyîstikê hegemonan Erdoxan vê rastiyê dibîne û har dibe. Her ku diçe pergala tundî û îşkênceyê li ser Rêber APO zêdedikin. Pêşketina pergala demokratîk, mirina pergala kapîtalîste û heman demê mirina mîmarên kapîtalîzmê ye. Di yek mijarê da em û kapîtalîzm digihin hev, bê guman taybetmendî, rêgez û exlaq na. Lê belê di armancê jiyanê da kapîtalîzm jî dixwaze bijî, em jî dixwazin bi nasnameyeke azad bijîn ku ji bo me jiyan mafekî herî rewaye. Emê vî mafê xwe yê rewa her dem biparêzin û tê bikoşin.
Em dubare dubare dibêjin êdî tehemula me ji wendakirinê ra nemaye û emê wenda nekin. Bedel çi dibe bila bibe emê li ser bikevin. Komploya Îmralî berdewam dike. ji aliyêkê ve îşkence û tecrîd tê şidandin ji aliyê din ve Tevgera Azadiyê bi derba mirinê tê hedef kirin. NATO bi teknîka şer yên herî pêşketî bi hedefa îmhayê li ser gerîla de tê. Ew ne bese hêvî û bendewarî ji xiyanetê dike. Îmralî, çiya, Bakur, Başur û Rojava buye meydana şer ê NATO. Hewl dide me lewaz bike û em tawîzan bidin. Di serî de jî weke me gotî ev kirinên ne merdane û dijminane yê ti caran efu nebe. Mala Barzanî ku buye amorê xiyanetê hêviyeke mezin dide dijminên gelê Kurd ku ew jî xeyalên ku ti caran nebîne dike. Hevkariya Mala Barzanî, PDK û peşmergeyên Roj jî yê neyê efukirin. Gelê me yê Başur ku bedelên giran buha dane ev rûreşî heq nekiriye. Şerê li Garê û dorpêçkirina gerîlayên Tevgera Azadiyê wek her car yê xweziya dijminan li qirikê da bihêle û yê li ser nekeve. Xiyanet neçarê binketinê ye. Gelê me yê Başur digot heval, Çiya bi gerîla xweşe, gerîla nebe ti wateya van çiya nîne. Ev gotin rastiya gelê me yê Başure. Ev peyvên he heskirina wan ya Rêber APO û gerîla radixe ber çavan. Ji bo azadiyê tekoşîn û tevger pêwîste ku erkê demê pêkbînin û her miroveke azadîxwaz çalak be. Lewra jî di serî da hemu Kurd divê erkê demê ve rabin û helwestên xwe diyar bikin. Tevgera Goran û YNK jî bê siyaset nemîne û li dijî dagirkeriya Tirk û hevkariya mala Barzanî helwesta xwe zelal bike. Careke din em bi hemu hêrsa xwe hêzên komploger yên heremî û navnetewî li girtîgeha dilê xwe da mehkumê heta heta yê dikin û dibêjin serketin ya me ye. emê Rojhilata navîn ji KDP û dewleta tirk re bikin goristan.