Endezyarê nivîsbariya kompîterê Ferhat Baysal, lîstikeke dijîtal a dikeve bin xizmeta dîrok, ziman û Kurdî de çêkir. Lîstika ‘Peyvên Kurdî’ bi zaravayê Kurmancî û bi tîpên latîniye.
Endezyarê nivîsbariya kompîterê Farhat Baysal lîstikek dijîtal a dikeve bin xizmeta dîrok, ziman û çanda Kurdî de çêkir. Hun dikarin ji bilî zimanê Kurdî, zimanên Tirkî, Ingilîzî, Elmanî, Fransî, Spanî, Îtalî û Rûsî jî lîstikê bilîzin.
Hun dikarin bi lîstika ‘Peyvên Kurdî’ demeke xweş derbas bikin.
Lîstika ‘Peyvên Kurdî’ bi zaravayê Kurmancî û bi tîpên latînîye. Ji bo kesên bixwazin derbarê dîrok, ziman û çanda Kurdî de peyvan hîn bibin, hilbijêrka zimanê din jî di nava lîstikê de heye.
Lîstik ji peyvên Kurdî pêktê. Heya niha 30.000 hezar peyv hatine bar kirin û wê her biçe, peyvên zêdetir lê bên barkirin.
Endazyar Ferhat Baysal Kerboranî diyar kir wî ev lîstike nû çêkiriye û dixwaze dibin sêwana ‘Leyzok’ de gelek berhemên bi vî awayî yên xizmetê ji çand û zimanê Kurdî re bike, berhem pêk anîne. Ferhat Baysal beriya niha Lîsikên bi navê Pirs û Listika ji bo zarokan ya bi navê Stêrêgerê Kurd jî weşandibû.
Ferhat Baysal têkildarî şêwazê bikaranîna lîstikê van agahiyan da; “Aplîkasyona “Peyv” ji gelek zimanan pêk tê. Her zimanek ji gelek astan pêk tê. Heya astek neqede astên din qufilkirî dimînin. Dema mirov astan diqedîne, mirov dibe xwediyê jeton û pileyan. Ji bo her dîtina peyvan pile tê dayîn. Weke din di hûndirê aplîkasyonê de dide ku lîstikvan fêrî Kurdî bibe. Eger hûn bixwazin Kurdiya xwe pêş bixin teqez bilîzin, di dawiya listikê de hûn ê zimanê Kurdî bêtir fêr bibin. Ji xwe wekî ku me destpêkê anî ziman hûn dikarin bi zimanên din jî bilîzin û fêrî gelek peyvan bibin. Di navê de beşa îstatîstîk û encama pêşbirkêyê jî heye ku lîstikvan û kesên beşdar dikarin bi hêsanî bigihijin agahiyên derbarê lîstika xwe û yên din de.”
Li gorî zanyariyên ku Ferhat Baysal daye, lîstik nû hatiye barkirin û heya niha li ser “Play Store’ nêzî gelek şîrove û gelek barkirin hatine kirin.
Lînka aplîkasyona “Peyvên Kurdî”:
https://play.google.com/store/apps/details?id=com.kurdish.words
ROJNEWS