Hêzên Ewlekariya Hundir ragihand ku endamê wan Mihemed El-Mişel roja Yekşemê li bajarê Qamişlo di encama qezayeke trafîkê de şehîd bûye.
Hêzên Ewlekariya Hundir ragihand ku endamê wan Mihemed El-Mişel 14`ê Sibatê di encama qezayeke trafîkê de li bajarê Qamişlo şehîd bûye. Hêzên Ewlekariya Hundir sersaxî ji malbata şehîd Mihemed re xwest û soza şopandina xeta şehîdan heta pêkanîna ewleyî û aştiyê nû kir.
Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye: Nav û paşnav: Mihemed El-Mişel. Navê dayîkê: Sûad. Navê bav: Ebdullah. Cih û dîroka tevlîbûnê: Qamişlo 24-11-2015. Cih û dîroka şehadetê: Qamişlo 14-2-2021