Saturday, June 6, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bila Kurd li cem berxwedanê cih bigirin

23/06/2018
in Uncategorized
A A
Bila Kurd li cem berxwedanê cih bigirin
Share on FacebookShare on Twitter

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik diyar kir ku gerîla û gelê başûr wê bi hevre li dijî hewldanên dagirkirina başûr têbikoşin û wiha got, “Bêyî desteka PDK’ê nikare bikeve Qendîlê, Şengalê û Mexmûrê jî.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik destnîşan kir ku gelê Kurd wê vê êrîşê weke êrîşa li dijî tevahiya Başûrê Kurdistanê bibîne û got, “Gel û gerîla wê bibin yek û li dijî mêtingerî qirkeriyê şer bikin.”
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di hevpeyvîna xwe de ya bi rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka re, dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê, bêdengiya hêzên Başûrê Kurdistanê û helwesta gel û gerîla nirxand.
Bayik di destpêka axaftina xwe de bi bîr xist ku li Tirkiyê qanûnên siyasetê hene û ev tespît kir: “Li Tirkiyê ya ji bo demokrasiyê têkoşîn tê dayin, ya jî li dijî gelê Kurd û hêzên demokrasiyê şer tê kirin. Li Tirkiyê qanûna desthilatbûnê bi kapasîteya kontrolkirina Kurdan ve girêdayî ye. Hêza ku nikare Kurdan kontrol bike, nikare li ser Kurdan serwer be, şensê xwe nîne ku bibe desthilatdar. AKP’ê di serdema xwe ya destpêkê de plan kir ku bi xapandina Kurdan wan kontrol bike. Bi nêzîkatiya ‘yê ku herî baş dikare Kurdan kontrol bike, dikare pêşî li têkoşîna Kurdan bigire, dikare Kurdan bixapîne, Kurdan ji PKK û HDP’ê vegire ez im’ desthilatdariya xwe dewam kir. Desthilatdariya AKP’ê piştî ku pê hesiya nema dikare Kurdan bi xapandinê kontrol bike, dest bi zext, zordarî û polîtîkayên şer kir. Ketiye ser rêya nêzîkatiya ‘yê ku herî baş dikare li dijî Kurdan şer bike, dikare Kurdan biperciqîne, dikare qir bike, ez im’. Lewma ji bilî dijminatiya li Kurdan û êrîşa li dijî Tevgera Azadiyê şensekî din ê desthilatdariya AKP’ê nemaye. “
Cemîl Bayik gefên Erdogan ên dagirkirina Qendîl, Mexmûr, Şengal, Minbic û tevahiya Rojava bi bîr xist û got, “Bi gotina ‘Ez ê Bradostê, Başûrê Kurdistanê dagir bikim, ez ê êrîşî filan cihî bikim’ hewl dide nîşan bide bê çiqasî dijminê Kurdan e, dijminê PKK’ê ye. Çarenûsa xwe bi êrîşkariyeke bi vî rengî ve girêdaye. Ya wê dest ji desthilatdariyê berde, ya jî wê vê polîtîkayê bidomîne.”
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik li ser gefên êrîşê yên dewleta Tirk ên li dijî gerîla got, “Hêza dewlet û leşkerên Tirk nemaye ku ji bejahî ve şer bike. Serokkomar, Serokwezîr û hêzên cuda yên dewleta Tirk bikin qareqar jî, îradeya artêşa Tirk nemaye ku karibe ji bejahî ve li dijî gerîla şer bike.”
Bayik da xuyakirin ku êrîşa li Bradostê li qadekê bi sînor bû û wiha dewam kir: “Niha wê çawa bên Qendîlê? Ji bo karibe bê Qendîlê divê bi 100 kîlometreyî ji çiya û newalan derbas bibe. Divê van hemû deveran bi hêza xwe ya leşkerî kontrol bike. Bêguman bêyî desteka PDK’ê nikare vê bike. Bêyî desteka PDK’ê nikare bikeve Şengalê û Mexmûrê jî.”
Bayik destnîşan kir ku ew bi rastî jî meraq dikin bê di navbera PDK û dewleta Tirk de têkiliyeke çawa heye û got, “Halbûkî me dixwest têkiliyên xwe yên bi PDK’ê re sererast bikin. Hevdîtin dihatin kirin, têkilî wê sererast bibûna, pirsgirêk bihatina çareserkirin. Çi bû ku ji nişka ve rewşeke wiha derkete holê?! Dewleta Tirk hat li Bradostê hin gir dagir kir.”
Bayik hişyarî da û got, bicihbûna leşkerên Tirk li Başûrê Kurdistanê gavên ji bo dagirkirina temamiya Başûrê Kurdistanê ye. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê dijminê Kurdan e. Dijminatiya xwe ya li Kurdan jî bi rengekî vekirî eşkere kiriye. Ev yek li Rojava kir, li Kerkûkê nîşan da, bi şewitandin û hilweşandina bajarên Kurdan ên li Bakurê Kurdistanê re raxistin pêş çavan.”
Bayik diyar kir ku dewleta Tirk dibêje, ‘dema ket nava Başûr wê jê dernekeve’ û destnîşan kir, ji bo derxistina wan, ew ê jî heta dawiyê têbikoşin. Bayik bi dewamî got, “Em ê tevî gelê Başûr têbikoşin. Gerîla wê têbikoşe. Tecrûbeyeke me ya ji çil salî heye. Li dijî Qendîlê niha êrîşeke ji bejahî nîne, lê dibêjin ‘em ê bikin’. Wê wextê divê li dijî yên dibêjin ‘em ê operasyonê bikin’ helwesteke zelal bê nîşandan. Bang li gelê me yê Başûrê Kurdistanê û tevahiya gelê me yê li çar parçeyên Kurdistanê dikim ku li dijî vê dagirkeriyê li cem berxwedana me cih bigirin. Bayik diyar kir, eger partiyên li Başûr, hikumeta Başûr li pêşberî dagirkeriya dewlet Tirk bêdeng in û dagirkeriyê erê dikin, hingî şaşitiyê dikin û got, “Wê bi xwe winda bikin. Wê guliyê li binê lingê xwe bibirin. Lewma em ji wan jî dixwazin ku helwesta xwe ji nû ve binirxînin. Eger dibin şirîkê êrîş û dagirkeriyê, gelê Başûr û tevahiya gelê Kurdistanê wê li dijî van hêzên siyasî helwestê nîşan bidin. Divê her kes bi vê zanibe.”
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik bi bîr xist ku li herêma Bradostê hin gir hatine dagirkirin û got, “Lê belê PDK li ber ranebû. Tê gotin ku niha dewleta Tirk li wan gundên derdorê digere û civînan dike. Eger PDK destûrê nede û vê yekê erê neke, nikarin vê bikin. Em jî ji PDK’ê dixwazin ku helwesta xwe eşkere bike.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
ROJEV

Rêber Apo Careke din Tekez kir ku Demokratîkbûn Pêwîstiyeke Jiyanî ye:

06/06/2026
Rêber Apo ji 24’emîn Civata Giştî ya KNK’ê re peyam şand
NÛÇE

Rêber Apo ji 24’emîn Civata Giştî ya KNK’ê re peyam şand

06/06/2026
Planên Barrak li Îraqê hene, divê partiyên Kurdî li Başûr çi bikin?
POLÎTÎKA

Planên Barrak li Îraqê hene, divê partiyên Kurdî li Başûr çi bikin?

06/06/2026
Li Amedê Nanê Gel tê amadekirin
CIVAK Û JIYAN

Li Amedê Nanê Gel tê amadekirin

06/06/2026
Serlêdana 2’yemîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz dest pê kir
JIN

Serlêdana 2’yemîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz dest pê kir

06/06/2026
Roja Cîhanî ya Jîngehê
Aborî û ekolojî

Roja Cîhanî ya Jîngehê

06/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.