Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Tifaqa wan ya dijminatiya li Kurdan e

23/06/2018
in Uncategorized
A A
Tifaqa wan ya dijminatiya li Kurdan e
Share on FacebookShare on Twitter

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan di mîtînga HDP’ê ya li Bedlîsê de bal kişand ser tifaqa Erdogan ya bi Tansû Çîller û Mehmet Agar re û got: “Ew bi Tansu Çiller û Mehmet Agar re dibin tifaq. Wan tifaqa xwe li ser dijminatiya Kurdan ava kirine. “
Mîtîngên HDP’ê yên di çarçoveya hilbijartina 24’ê Hezîranê de didomim. Rêxistina HDP’ê li Bedlisê mîtîng pêk anî. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan jî beşdarî mîtîngê bû û xîtabî hezaran kir. Buldan, di mîtîngê de destnîşan kir ku ev bajar, bajarê Seîdê Kurdî û yê Feqiyê Teyran e û wiha got: “Wekî Seîdê Kurdî jî gotiye, rêya me rêya wekhevî û azadiyê ye. Li ser vê rêya bi rûmet em ê bigihêjin serfiraziyê. Ev rê di 24’ê Hezîranê de ew ê bi îradeya we, bigihêje serfiraziyeke mezin.”
Buldan, bal kişand ser Garistaxa Xerzanê ku 267 cenaze derxistin û hêj aqûbeta 265 cenazeyan ne diyar e û got: “Di 16 salên desthilatdariya AKP’ê de li Tirkiyê gelek zilm û îşkence hate kirin. Lê di 24’ê Hezîranê de dê ev zalim têk biçe û ew ê mazlûm bi ser bikevin. Di serdema desthilatdariya AKP’ê de berdêlên mezin hatin dayîn. Li Goristana Xerzanê êrîşî miriyên me kirin. Ji miriyên me jî ditirsin.”
Buldan, di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku êdî dem hatiye û got: “Em ne bawerî, ne siyaset, çand û zimanê xwe emanetî we dikin. Êdî dema AKP’ê hatiye. 24’ê Hezîranê wê gelên vî welatî; Kurd, Ereb, Elewî û Sunî, jin û ciwan dersa AKP’ê bidin. Yên ku aşItî, azadî, wekhevî û demokrasiyê dixwazin; yên li gel edaletê, wê dersê bidin AKP’ê.”
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, herî dawî destnîşan kir ku dema AKP’ê qediya ye û wiha got: “Dem dema serketinê ye. Piştî 24’ê Hezîranê em ê bi hev re bifikirin. Em ê welatekî ku bi nûnertiyeke bi hêz a HDP’ê çûna parlemetoyê û rêveberiya di destê Demîrtaş de bifikirin. Avakirina welatekî wiha ne xeyal e. Êdî dewra AKP’ê qediya.Divê her kes terciha xwe bike. Ev ji bo me fersendeke, em xwedî şansekê ne ku êdî gelên Tirkiyê ji bo di nava aşitiyê de bijî ye.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.