Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê diyar ku armanca komployê ew bû ku Kurdan bê Rêbertî, nasname û statû bihêlin û got, em bang dikin ku emê Rêber Apo pirtir bikin yê mirovayiyê.
Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê bi pêmana salvegera komploya 15’ê Sibatê daxuyaniyeke nivîskî da.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“Em hêzên komploger û komploya navnetewî ya 15’ê Sibata 1999’an ku di şexsê Rêber Apo de li hemberî gelê Kurd hat kirin, careke din bi kîn û hêrseke mezin şermezar dikin.
Di şexsê Halît Oral, Selamet Menteş, Aynûr Artan, Viyan Caf, Zulkuf Gezer û hevala Zehra de, ku bi armanca protestokirina komployê û avakirina xeleka ewlekariyê ya saxlem li dora Rêber Apo bi ruhekî fedayî bedena xwe dan agir, Şehîdên “Ti Kes Nikare Roja Me Tarî Bike” bi rêz û minetdarî bîr tînîn û bejna xwe li hemberî bîranîna wan ditewînîn.
Em Rêber Apo ku di nava şertên esareta Îmralî de li hemberî işkence, tecrîd û îzolasyona mutleq ku heta roja îro li berxwe dide, silav dikin.
Di serî de hevalên li girtîgehan ku nêzî sê mehan e di çarçoveya pêngava “Bes e ji tecrîd û faşîzmê re, dem dema azadiyê ye” de dest bi greva birçîbûnê kirine, berxwedan û çalakiyên demokratîk yên gelê me û dostên wî li her çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat dijîn pêşxistî bi kelecanê silav dikîn.
ARMANCA BINGEHÎ YA KOMPLOYÊ BÊRÊBERTÎ, BÊNASNAME Û BÊSTATÛHIŞTIN E
Armanca sereke ya kompoya navnetewî ya 15’ê Sibatê tam weke sedsalan 20’an bû ku dixwestin Kurdan di sedsala 21’ê de jî bê Rêbertî, bê nasme û bê statû bihêlin. Dixwestin sedsaleke din bi gelê Kurd ku neteweyeke bêdewlet bû bidin windakirin. Lê hişmendiya nû û bêhempa ya berxwedanê ya Rêber Apo nîşan dayî, bi afirandêriya ramanî û hilberandêriya xwe û bi asta bilind ya xwedîderketinê ya gelê me, armancên gemar yên komployê hatine pûçkirin. Lê ev armancên komployê yên ku hatine pûçkirin, ji hêla hêzên komploger ve bi rengên nûjenkirî bi rê û rêbazên nû hewl tê dayîn were domandin.
RÊBER APO RÊBERÊ RIZGARIYA MIROVAYIYÊ Û DEMOKRATÎK E
Rêber Apo şertên girtîbûnê yên bi işkence yên li Îmralî bi hêza ramanê têk biriye, paradîgmaya demokratîk, ekolojîk ya li ser azadiya jinê ava kiriye, di serî de gelê Kurd, diyarî gelên çewisandî yên Rojhilata Navî û cîhanê kiriye. Ev geşedana diyaletkîk ku Rêber Apo dijî, berzbûna bêhempa ya maneyê ye. Her ku ev asta ramana bêhempa ya li nav şertên işkenceya tecrîd ya mutleq derketî holê were wergerandin û bihihije ber destê gelan û mirovayiyê, rê li ber xwedîderketineke mezin vedike. Her ku Modernîteya Demokratîk, civaka demokratîk, fikra jina azad nas dikin, li bara Rêbertiya me sempatiyeke mezin a gelan çêdibe. Ji ber vê di serî de jin, hemû civakên çewisandî yên demokratîk Rêber Apo ne tenê weke rêberê civakeke li ber qirkirinê lê weke rêberê mirovahiyê dibînin û weke rêberê rizgariya demokratîk dibînin û wiha lê xwedî derdikevin.
ROJÊN SERFIRAZIYÊ NÊZÎK IN Û EM HEMÛ BI HEV RE BI TEQEZÎ EMÊ BI SER BIKEVIN
Pêngava, ‘’Dema Wê hatiye! Niha dema azadiyê ye!’ dengê hemû derdorên ku li Rêber Apo xwedî derdikevin, azweriyên jiyana azad tîne cem hev, di çemê demokrasî û azadiyê de digihîne hev. Ev pêngav ne tenê ya Kurdan e. Bûye pêngava azadî û demokrasiyê ya hemû mirovayiyê. Em li ser navê Rêber Apo malavayiyê li wan hemû kesan, dostan dikin ku bi asta cîhanî tevlî pêngavê bûne û desteke xwe radigihînin, em wan bi heskirin, hurmet slav dikin, têkoşîna wan slav dikin.