Navenda PENa Kurdî têkildarî sûcên hikumeta Îranê yên li dijî gelê Kurd û hemelyên girtinê li rojhilatê Kurdistanê raporek belav kir.
Komîteya Rêveberiya Giştî ya Navenda PENa Kurdî li ser zordariya hikumeta Îranê ya li dijî gelê Kurd yê rojhilatê Kurdistanê û hemleyên girtinê ku di meha derbasbûyî de zêdetirî 100 nivîskar, aktîvîst, endamên rêxistinên sîvîl û şagirt hatin girtin, raporek weşand.
Rapora Navenda PENa Kurdî wiha ye:
“Zêdeyî du mehan e dewleta Îranê li dijî Kurdan operasyoneke nû daye destpêkirin û jimara girtiyên meha derbasbûyî tenê ji sedan derbas bûye. Di nava wan de nivîskar, aktivîst, endamên rêxistinên sîvîl û şagirt hene û bê ku ti sebep bên diyarkirin hatine girtin. Yek ji wan nivîskar, serokê Enstîtûya Çand û Perwerdeyê ya li Bokan Mûstafa Ilkhanîzadeh e ku li Zindana Bokan girtî ye. Nivîskar Seyid Erdeşêr Mûsevî, nivîskar Mustefa Bagirî Aşna û çalakvan Xelîl Esedî Bojanîlî ku berê hatibûn girtin, 30.01.2021’ê ceza xwarin û derbasî zindana Kirmaşanê kirin. Lê gelek malbatên girtiyan nizanin ka zarokên wan li kû ne û pir bifikar in, lewre hin girtî bi işkenceyê hatine kuştin. Dewleta Îranê gefan li malbatê girtiyan dixwe ku agahiyan nedin çapemeniyê, televizyonan, yan jî rêxistinên mafê mirovan. Ji ber wê bêguman, jimara girtî û bûyeran ji yên tên zanîn pirtir e.