Hediya HISÊN/Qamişlo
22 sal di ser komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan re derbas dibin. Ocalan bi fikir û felsefeya xwe ya azad piştgiriya gelên bindest kir û şoreşeke demokratîk da destpêkirin. Lê hêzên komploger xwestin pêşiya vê projeya wî bigirin.
Derbarê mijarê de welatiyê bi navê Ferhan Qirtimênî wiha axivî: “22 sal in komploya li dijî rêber Apo dewam dike. Lê rêberê ku fikir û felsefeya xwe di dilê 40 milyon Kurdî de çandî nayê jibîrkirin. Erê rêber Apo bi bedenî ne li gel me ye, lê bi fikir û felsefeya xwe li gel me ye. Em gelekî aştîxwaz in. Heta rêberê me di zindana Îmralî de be wê çalakiyên me nesekinin”
Endamê saziya Meclisa Malbatên Şehîdan Îsa Qirtimênî jî wiha axivî: “15ê Sibatê ji bo gelê Kurd rojeke reş e. Komploya li dijî rêber Apo çêbûyî li dijî mirovayiyê ye. Armanca dewleta tirkî ya faşîst ji vê komployê şkandina Kurdan bû. Lê bi saya Ocalan Kurdên cîhanê xwedîhêz in. Serkeftina Garê jî bersivek bû ku ti kes nikare Kurdan bişkîne. Ev komplo têk çû, çimkî gelê Kurd li her çar perçên Kurdistanê li ser piyan e. Rêber Apo felsefe ye, dîrok e û 40 milyon Kurd e. Gelê Kurd aşiqê azadiyê ye. Emê li ser piyan bin heta rêberê me azad bibe.”