Darîn Silê/Qamişlo
15ê Sibata 1999an dewleta tirkî û hêzên navneteweyî li dijî Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocelan komployeke qirêj kirin. 22 sal in ev komplo dewam dike. Dewleta tirkî û komplogeran bi vê komployê xwestin îradeya gelê Kurd bişkîne. Li hemberî vê komployê gel li ber xwe dide û têkoşîna xwe didomîne.
“KİLÎTA ÇARESERİYA ALOZIYA LI ROJHİLATA NAVÎ SEROKATÎ YE”
Hevserokê Nivîsgeha Kar û Barê Olan yê Herêma Cizîrê Cibêr Şêx Silêman, li ser komployê wiha axivî: “Her kes dizane ku sala 1999an dewleta tirkî ya dagîrker û hêzên navneteweyî Rêber Apo bi komployekê revandin. Li hemberî vê komployê gelê me li ber xwe dide û ji bo azadiya rêberê xwe têdikoşe. Sûcên li hemberî Rêber Apo di heman demê de li hemberî mirovayiyê ne. Ji ber wê heta dawiyê emê şopdarên mafê Rêberê xwe bin. Tirkiye dixwaze fikir û ramanên rêbertiyê ji gel qut bike û bi wî awayî îradeya gelê Kurd bişkîne. Lê em her dem dibêjin, kilîta çareseriya aloziya Rojhilata Navî serokatî ye. Emê her roj dengê xwe bigihînin sazî û rêxistinên navneteweyî da ku Rêberê xwe ji zindanê azad bikin.”
Endamê meclisa PYDê Ednan Kalo jî wiha axivî: “Ji bo gelên aştîxwaz bi taybetî gelê Kurd, meha Sibatê meheke biêş e. Armanca komployê tinekirina gelê kurd bû. Lê ti kes nikare me tine bike.