Dewleta tirkî ya dagîrker ku xwe dewleteke qanûnî pênase dike, li hemberî gelê bakur û rojhilatê Sûriyê avê weke çekekê bi kar tîne û qanûnên navneteweyî û mafê gel yê bidestxistina avê, binpê dike.
Berî çend rojan careke din dewleta tirkî ya dagîrker ava çemê Firatê kêm kir ku li aliyê Sûriyê bi sedhezaran cotkar sûdê jê ne girin.
Tevî ku dewleta tirkî qaşo xwe dewleteke qanûnî pênase dike, kiryarên wê rastiya wê derdixin holê. Mijara avê û binpêkirina peymanên navneteweyî û peymanên bi Sûriyê re ji aliyê dewleta tirkî ve, kiryarên wê û rastiya armancên wê li herêmê eşkere dikin.
BINPÊKIRINA PEYMANÊN TÊKILDARÎ ÇAVKANIYÊN AVÊ
Sala 1987`an, di dema tijîkirina Bendava Atatûrk de dewleta tirkî û hikumeta Sûriyê ji bo sûdgirtina ji ava çemê Firatê peymaneke demkî heta 5 salan imze kirin. Peyman 17`ê Tîrmeha 1987`an pêk hat û tê de dewleta tirkî soz da ku bi awayekî demkî salane zêdetirî 500 metrekabik avê di saniyê de berde, heta ku bi temamî li ser sûdgirtina ji ava Firatê li hev bikin.
Sûriye 17`ê Nîsana 1989`an bi Iraqê re peymanek mohr kir û tê de hat diyarkirin ku para Iraqê ji ava Firatê ji sedî 58, para Sûriyê jî ji sedî 42 be. Bi vî awayî salane wê para Sûriyê ji ava Firatê bibe 6,627 milyar metrekabik, para Iraqê 9,106 milyar metrekabik û para dewleta tirkî 15,700 milyar metrekabik be.
Sala 1994`an Sûriye peymana bi dewleta tirkî re mohr kirî, li NY tomar kir da mafê wê û Iraqê misoger bike.
Her çiqasî ev peyman hebe jî, dewleta tirkî salên borî nexasim piştî ku herêmên li ser perava çemê Firatê ji çeteyên DAIŞ`ê hatin rizgarkirin, li aliyê Sûriyê rêjeya ava Firatê kêm kir û bi vê hewl dide ku zorê li gelê bakur û rojhilatê Sûriyê bike û gel neçar bike ku dagîrkirina xaka herêmê qebûl bike. Herwiha avê li ser kantona Hesekê qut dike ku nêzî milyonekî mirov lê dijîn û ji wan 300 hezar koçberên ji Serê Kaniyê û Girê Spî ne.
ANHA