Desteya Aborî û Çandiniyê ya Herêma Cizîrê, ji bo çareserkirina aloziya nan li herêmê planek danî û sedemên derketina aloziyê ya di demên dawî de, eşkere kir.
Di demên dawî de li bajarên herêma Cizîrê aloziya nan derket. Hin firûnên taybet jî xebata xwe sekinandin û ji Rêveberiya Xweser xwestin ku kîsê “nanê siyahî” ji 500 lîreyên Sûrî bikin 800. Vê jî yekser bandor li jiyana şêniyan kir.
Li gorî Desteya Aborî û Çandiniyê desteyê bi du aşên li taxa Tey ya bajarê Qamişlo ku di binê serweriya hêzên hikumeta Şamê de ye, li hev kir. Lê piştî ku ji aliyê hêzên hikumeta Şamê ve 2`yê Çile alozî hat derxistin, desteyê lihevkirin bi dawî kir û bi hin aşên din yên li bajarê Hesekê re li hev kir.
Sedema duyemîn; hin firûnên herêma Cizîrê xerab bûn. Herwiha daketina nirxê lîreyê Sûriyê beramberî dolar jî bandor kir.
Herwiha dorpêça li herêmê astengiyan li pêşiya Desteya Aborî û Çandiniyê çêdike ku piraniya parçeyên firûn û aşan ji derve bi dolar dikirin.
Hevseroka Desteya Aborî û Çandiniyê ya Herêma Cizîrê Hediya Elî diyar kir ku desteyê dest bi sererastkirina firûnên li herêmê kiriye. Herwiha aşan jî sererast dike û destekê dide wan.
‘5 FIRÛN Û AŞEK WÊ WERIN AVAKIRIN’
Hediya Elî axaftina xwe wiha domand: “Niha li herêma Cizîrê 5 firûn têne hene. Amadekariya avakirina aşekî ku bikare rojane nêzî 150 heta 200 tonî ard derxe, tê kirin û wê kargeheke taybet ji bo hevîrtirşik were avakirin.”
Hediya Elî da zanîn ku desteyê xeta 4`an di firûna Qamişlo de çêkir. Rojane 37 tonî nan çêdike, her wiha belavkirina nan bi kolebeyan çêdibe da ku nan li herêmê tevê were belavkirin û zora li ser firûnên giştî kêm bike.
Hediya Elî diyar kir ku li ser mekanîzmaya xebata firûnên siyahî (firûnên taybet) ji aliyê rêxistinî ve planekê danîne û wiha got: “Deste kîsê ard bi 30 hezar lîreyên Sûriyê dide firûnên siyahî. Armanc ku nirxê kîsê nan bi 500 lîreyî bimîne.”
Di dawiyê de hevseroka Desteya Aborî û Çandiniyê ya Herêma Cizîrê Hediya Elî got wê firûnên nû, aş û kargeha havên di nava çend mehan de bikevin xizmetê.