Leylan RESO/Ronahî Qamişlo
Li bakur û rojhiltê Sûriyê tevî zor û zehmetiyan hunermend li çanda xwe xwedî derdikevin. Du sazvanên ku di şahiyên heft şev û heft rojan de amade dibûn, bi kelecaneke mezin huner xwe didomînin.
“JI HUNERA XWE HES DIKIM”
Têkîldarî mijarê sazvan Mehmûd Îsa li ser saz û awazên mûzîkê wiha axivî: “Ez 67 salî me. Li malê, bavê min her tim li zirne lê dixist. Ji ber wê min mereqa hunerê kir. Ez ji hunerê pir hes dikim. 40 sal in li zirneyê dixim. Em li sazên kurdî tenê dixin. Dema li zirneyê didim, pir keyfxweş dibim. Hestê min di dengê zirneya min de diyar dibe. Dema li dawetan amade dibin û bi amûrên kevnar lê dixin em keyfxweş dibin. Def û zirne li cem me ne wisa ye ku em dev jê berdin. Ji ber ku amûrên din derketine û pêşketin çêbûye êdî ti kes li zirneyê naxe. Em bi karê xwe gelek keyfxweş in. Ku qîmetê def û zirneyê nemîne jî, heta roja dawî ya jiyana xwe emê lê bixin
“ÇANDA ME NASNAMEYA ME YE”
Mihemed Umer jî (64) li ser mijarê wiha axivî: “Destpêkê ku me çavê xwe vekir, saz di hundirê me de bû. Def, zirne û tembûr hebûn. Di malê de bapîr, bav, ap û birayê min li van amûran dixistin. Piştî ku min dît ev amûr biqîmet in min jî dest bi wan kir û heta roja îro dewam dike. Em tevlî dawetên heft şev û heft rojan dibûn. Lê niha guhertineke demografîk çêbûye û ev adet nemane. Hêvî dikim ku her hunermend li hunera xwe xwedî derkeve. Çimkî huner eşkerekirina hest û helwestên min e.
Mihemed Umer axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Em bi civaka xwe ve girêdayî ne. Çimkî çanda me nasnameya me ye. Em moralê ji gel digirin û gel jî ji me digire. Bi wî awayî em hev temam dikin. Barê hunerê giran e, lê xweşiya wê heye. Bi hêvî me hunermend tev li çanda xwe xwedî derkevin. Çimkî mirov tiştên berbiçav dike huner û pêşkêşî civakê dike.