Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) bi beşdariya bi dehan rewşenbîr û nûnerên partiyên siyasî nivîsgeha xwe li bajarê Dêrikê vekir.
Merasima vekirina nivîsgehê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Serokê Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê Welîd Bekir, vekirina nivîsgehê pîroz kir û hêviya rizgarkirina tevayiya herêmên dagîrkirî kir.
Bekir da zanîn ku ji ber vîrûsa korona vekirina nivîsgehê dereng ma û got, wê ev nivîsgeh li pêşiya rewşenbîr û wêjevanan vekirî be û ji îro pêve çalakî lê were kirin.
Ji rêveberên HRRK’ê Mehmûd Ebdo jî got, wê nivîsgeh çalakiyên fikirî yên li ser çanda kurdî û cîhanê pêşkêş bike ku yek ji armancên HRRK’ê ye.”
Berpirsê Komîteya Çalakiyan ya HRRK’ê Ehmed Huseyîn jî behsa dîroka damezirandina HRRK’ê kir û diyar kir ku HRRK piştî nîqaşên bi gelek rewşenbîrên Rojava û derveyî wê re angu piştî serhildana Qamişlo ava bû û got, HRRK’ê ji destpêkê heta niha 91 çalakiyên çandî û mihrîcanên mezin li dar xistine.
Di merasimê de bi navê Partiya Azadî ya Kurdistanê – Sûriyê û Platforma Gel û axaftin hatin kirin. Herwiha gelek nivîskaran jî nêrînên xwe anîn ziman.
Di dawiya merasimê de pirtûk li beşdaran hatin belavkirin û stiranên foklorî hatin gotin.
ANHA