Koma Ararat ya Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Hesekê di roja 4an ya pêşangeha wêneyan de bi navê “Azadiya Mirovan “ şaneyoke bêdeng pêşkêş kir.
Bi armanca şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê bi durişma “Azadî û Adalet ji rêber Abdullah Ocalan re” çalakiyên cuda li dar dikevin. Tevgera Ciwanên Şoreşger ya Sûriyê, bi hevkariya Tevgera Çand û Hunerê û Yekîtiya Rewşenbîrên bajarê Hesekê 10`ê mehê pêşangeha wêne û pirtûkên rêber Abdullah Ocalan vekir.
Konê çalakiyê ku li baxçeyê rêber Apo yê li taxa Nasrayê hatiye vegirtin, bi wêneyên rêber Abdullah Ocalan û sembolên kurdî hat xemilandin.
Di pêşangehê de bi dehan tabloyên wêneyên rêber Abdullah Ocalan û diya wî û bi sedan parêznameyên wî hatin pêşandan.
Di roja 4an ya pêşangehê de bi dehan endamên Hêza Ewlekariya Hundir, HPC, endamên Meclisa Civakî ya Ermeniyên li bajarê Hesekê û endamên Meclisa Giştî ya PYD`ê beşdarî çalakiyê bûn.
Pişt re koma Ararat ya navenda Çand û Hunerê ya bajêr bi navê “Azadiya Mirovan” şanoyeke bêdeng pêşkêş kir û tê de bal kişand ser Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan û girtiyên li girtîgehên dewleta tirkî.