Li dijî komploya navneteweyî ya 15`ê Sibata 1999an ya dijî rêber Abdullah Ocalan, li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê çalakiyên cuda tên lidarxistin.
Li taxa Nasra ya bajarê Hesekê, 10`ê Sibata 2021ê bi durişma “Azdî Ji Bo Rêber Abdullah Ocalan” Tevgera Ciwanên Şoreşger, bi hevkariya Tevgera Çand û Hunerê, bi wêne û pirtûkên rêber Abdullah Ocalan pêşangehek li dar xist.
Pêşengeh ku bi wêneyên Abdullah Ocalan û dayîka wî hatibû xemlandin, çar rojan dewam kir. Roja yekê bi dehan endamên Kongreya Star û şaredariya bajarê Hesekê tevlî pêşangehê bûn. Di dewama pêşangehê de gelek endamên saziyên civaka sîvîl û xelkê taxê tevlî bûn.
Komîteya amadekar ya pêşangehê, diyar kir ku armanca lidarxistina pêşangehê, belavkirina fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan e. Herwiha da zanîn ku wê heta azadiya rêber Abdullah Ocalan van çalakiyên xwe bidomînin.
Wek tê zanîn bi armanca qirkirina gelê Kurd, Cotmeha 1998an komployê dest pê kir û heta roja me ya îro jî dewam dike. Ronahî/Qamişlo