Hin xewn û xeyal dibin bela serê mirovan. Dewleta tirkî ya dagîrker ji bo dagîkirina Garê, Şingalê û dorpêçkirina bakur û rojhilatê Sûrî bi hêviyake mezin berê xwe da herêmê. Lê gerîlayên Kurdisatanê Garê li wan kirin dojeh.
“EM JI DIL Û CAN WAN LEHENGAN SILAV DIKIN”
Siyasetvan Mûna Farûq derbarê mijarê de wiha axivî: “Xewn û xeyalên dewleta tirkî ya dagîrker jinûveavakirina imperetoriya Osmanî ye. Lê em ne Kurdên berê ne, ku em ji wan re serî daynin. Çi dikin bila bikin, emê her tim berxwedana xwe xurttir bikin. Piştî Heftenînê berê xwe dan Garê da gerîlayên me tine bikin. Lê ew pêk nehat û pêk nayê jî. Çimkî berxwedana li Garê çêbûyê berdewama berxwedan Îmralî ye. Dewleta ku bi hêza xwe tevê êrişî Garê kir, têk çû û ji wir baz da. Li hemberî faşîzmê şagirt û şervanên Rêber Apo bi ser ketin. Em ji dil û can wan lehengan silav dikin. Ez di wê baweriyê de me ku emê bi saya van qehremana û bi fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Kurdistaneke azad û serbixwe ava bikin.”
“SIWAR HATIN Û PEYA ÇÛN”
Hevseroka Yekîtiya Parêzerên Herêma Cizîrê Xedîce Îbrahîm jî wiha diyar kir: “Berî her tiştî berxwedana Garê silav dikim. Ev 22 sal in komployeke navneteweyî li ser gelê Kurd tê meşandin. Bi vê komployê Rêber Apo girtin, lê nikarîn fikir û felsefya wî bigirin. Berî salekê êrişî Heftenînê kir û xwest vîna gelê Kurd li wir bişkîne. Lê gerîlayên me ew têk birin. Ji ber wê berê xwe dan Garê. Weke tê zanîn Garê ciyekî stratêjîk e. Bakur, Başûr û Rojava bi hev ve girê dide. Ji 10ê Sibatê ve bi hovîtiyeke mezin êrişî herêmê dike. Lê gerîlayên azadiyê ji van êrişan re amade bûn. Xeyalên wan ku Garê dagîr bikin û pişt re berê xwe bidin Şingalê û bakur û rojhilatê Sûriyê bixin nava çemberê tev helweşiyan. Mîna ku li Zapê siwar hatin û peya çûn li Garê jî heman tişt hat serê wan. Bi ruhê berxwedana Rêberê me, emê her tim bi ser bikevin. Çimkî slogan me an serkeftin an serkeftin e. Em ti carî serî danayînin.”
Xedîca Îbrahîm bi van gotinan axaftina xwe qedand: “Ev têkçûn wê ji hêzên dagîrker re bibe ders. Emê heta dawiyê li ber xwe bidin û bi ser bikevin. Ji bo wê banga min ji her kesî re heye; li derdora şervanên xwe kom bibin û yekîtiya xwe ava bikin. Da em Rêberê xwe azad bikin û Kurdistanê rizgar bikin.”