Kongreya Star şaxê kampa Serê Kaniyê destdirêjiya bi komî ya çeteyên dewleta tirkî ya dagîrker li dijî jinekê li girtîgeha Serê Kaniyê, şermezar kir û bang li civaka navneteweyî kir ku erki xwe bi cih bînin û sûcên dagîrekran bi dawî bikin.
Kongreya Star ya kampa Serê Kaniyê ya li taxa Telayai ya bajarê Hesekê, bi daxuyaniyekê destdirêjiya bi komî ya çeteyên dewleta tirkî li Serê Kaniyê li dijî jinekê kirîn, şermezar kir.
Çalakkeran li ser malperên tevna civakî diyar kirin ku çeteyên “Artêşa Niştimanî ya Sûrî” yên girêdayî dewleta tirkî ya dagîrker li bajarê Serê Kaniyê dest avêtine jineke Ereb. Li gorî çalakkeran, jin ji aliyê istixbarata leşkerî ya Tirkiyê ve hatiye girtin û çeteyên bi navê Sedûn Qeytûn û Ebdulrezaq El-Mewlûd destdirêjî lê kirine.
Bi dehan jinên li Kampa Serê Kaniyê, bi beşdariya endama Koordînasyona Kongreya Star şaxê kantona Hesekê Evîn Paşo kom bûn û daxuyanî dan.
Daxuyanî bi zimanê erebî ji aliyê endama rêveber ya Kongreya Star ya kampê Gulîstan Mihemed ve hat xwendin.
Daxuyaniyê bal kişand ser sûcên dagîrkeriya tirkî yên li herêmên dagîrkirî yên bakur û rojhilatê Sûriyê, bi taybetî sûcên li dijî jinan.
Hat gotin, 12’ê vê mehê çeteyên girêdayî dewleta tirkî li herêma Serê Kaniyê dest avêtine jineke girtî ya bi navê (R. E) û bang li raya giştî hat kirin ku ji bêdengiya xwe derkeve, bilez destwerdanê bike, sûcên dagîrkeriya tirkî û çeteyên wê yên li herêmên dagîrkerî dikin, bi dawî bike.