Keça Mîr Celadet Bedirxan Sînemxan, banga bi dawî anîna aloziyên di navbera hêzên Kurd de kir û got, “Kurdistanek azad xewna mine, ev jî bi yekîtiya Kurd dibe. Divê Kurd bihevre li ser wê bifikirin ku ka wê çawa xwe ji destê Erdogan rizgar bikin.”
Şandeyek ji Nûnertiya HDP’ê ya Herêma Kurdistanê serdana keça Mîr Celadet Bedirxan Sînem Bedirxan a li Hewlêrê jiyan dike, kir.
Şandeyê diyar kir, Sînem Bedirxan bi serdana wan gelekî kêfxweş bûye, peyam û daxwaza wê ya herî zêde yekîtiya Kurd û têkoşîna ji bo avakirina Kurdistaneke yekgirtî û azad bûye.
Sînem Bedirxan kêfxweşiya xwe ya ji serdana şandeya Nûnertiya HDP’ê wiha tîne ziman; “Bi dîtina we gelek kêfxweşbûm. Ez gihîştim vê temenê, hêviya min ewe ku ez Kurdistaneke azad bibînim. Ne bêjin Başûr, Rojava, Rojhilat û Bakur, bêjin Kurdistan. Dixwazim pasaporteke min hebe, li ser wê Kurdistan nivîsîbe. Hêvîdarim ku beriya ez xatirê xwe ji we bixwazim, vêya bibînim. Ev xeyaleke, dixwazim ev xeyala min bibe rastî.”
Sînem Bedirxan, li ser aloziyên di navbera Kurdan de jî van hişyariyan kir, “ Êdî bes bêjin filan hizb û bêhvan hizb. Dayîka min Rehşanxan digot, ‘Yekîtiya Kurdan bide min, ezê Kurdistaneke azad bidim te.’ Hêvî dikim emê vê Kurdistanê bibînin. Em hemû Kurdin û divê em ferq nexin navbera ti aliyekî de.”
Sînem Berdixan di beşeke din a axaftina xwede jî îşaret bi zilma Erdogan a li gelê Bakurê Kurdistanê dike jî kir û got; “ Divê em tev bihevre li dijî zilma ku li ser Bakurê Kurdistanê tê kirin, rabin. Pêwîste em rûnin, ne bi şer û pevçûn, bi şêwazeke medenî û diyalogê bikin, rewşê gotûbêj bikin. Divê êdî em hev kuştinê ji bîr bikin. Pêwîste em li ser wê bifikirin ka emê weke Kurd xwe çawa ji destê Erdogan rizgar bikin.”
(rojnwes)