KCK’ê têkildarî êriş û berxwedana li Garê daxuyanî da û got, hêzên dagîrker yên digotin emê şevekê ji nişka ve werin û propagandaya tasfiyekirina gerîla dikirin, digel her cure teknîk û bombebaranê, li benda serkeftinê bûn lê di binê wê bombebaranê de şevekê ji nişka ve reviyan.
Hevserokatiya Konseya Rêveber ya KCK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, ew derba giran ya li Garê li artêşa tirkî ya dagîrker hatî xistin, serkeftina Kurdan tevan e. Dixwest bi 15’ê Sibatê re qaşo cejinê bikin. Ev berxwedan serkeftina Kurdan tevan e. Divê Kurdên li her çar parçeyên Kurdistsanê û yên li derveyî welat vê berxwedanê weke cejnekê pîroz bikin. Ev derba giran divê bibe riya têkbirina komploya meha Sibatê û azadiya Rêber Apo û gelê Kurd pêk were.
Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Weke 10’ê Sibatê 2008’an li Zapê hatî kirin, li Herêmên Parastinê yên Medya jî êrişeke dagîrkeriyê hat destpêkirin. Di 4 rojan de herî kêm 50 balefir û bi dehan helîkopteran qada Garê bombebaran kirin. Bi vê bomberdûmanê re xwestin gelek leşkeran daynin qadê. Lê ev hewldana wan bi giranî hat şkandin. Li cihên leşker danîn jî gerîlayên HPG û YJA Starê berxwedaneke dîrokî nîşan dan û derbên giran li artêşa tirkî dan. Em vê serkeftinê pîroz dikin û gerîlayên fedayî yên di berxwedana parastina hebûna gelê Kurd de, bi rêz û hurmet bîr tînin.”
ARMANCA WAN EW BÛ KU QIRKIRINA LI SER KURDAN BIBIN SERÎ
Televizyonên dewleta tikî ragihandibûn ku wê di nêz de li Enqere pîrozbayiyê bikin. Di salvegera 22. ya komploya navneteweyî de wê cejina têkbirina PKK’ê ragihandibûna.
Hêzên dagîrker ku digotin emê şevekê ji nişka ve werin û propagandaya tasfiyekirina gerîla dikirin, ligel her cure teknîk û bombebaranê li benda serkeftinê bûn, lê di bin wê bombebaranê de şevekê ji nişka ve reviyane. Weke li Zapê siwar hatin peya çûn. Serkeftina wan reva wan ya weke sala 2008’an e ku serokê artêşa giştî Yaşar Buyukanit gotibû me bi hêsanî leşkerên xwe vekişand.in
Berî êrişê çûn Iraqê û diyar kirine ku wê PKK’ê tasfiye bikin. Pişt re çûna Hewlêrê û tevî PDK’ê awayê dawî yê vê planê çêkirin. Piştî qebûlirin û piştgiriya istîxbaratê ya PDK’ê 10’ê Sibatê dest bi êrişê kirine. Bi vê êrişê re qaşo wê weke Sibata 2008’an navenda kontrolê ya fermandariya gerîla bihata tinekirin, pişt re jî wê berê xwe bidana tevayiya qadên gerîla.
DEMA PÊKANÎNA AZADIYA RÊBER APO Û YA GELÊ KURD E
Divê were zanîn ku ev êriş ji bo tinekirina PKK’ê û temamkirina qirkirina gelê Kurd hatiye plankirin. Piştî tinekirina PKK û gerîla wê statûya başûrê Kurdistanê jî ji holê rakirana. Divê Kurdên li her çar parçeyên Kurdistsanê û yên li derveyî welat vê berxwedanê weke cejnekê pîroz bikin. Divê ev derba giran bibe wesîleya têkbirina komploya meha Sibatê û azadiya Rêber Apo û gelê Kurd pêk were.
GERÎLA PARÊZVANÊ STATÛYA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ YE
Vê berxwedanê dîsa nîşan daye ku gerîla parêzvanê statûya başûrê Kurdistanê ye. Gerîla li hemberî êrişa DAIŞ’ê di serî de Hewlêr û Kerkûk, başûrê Kurdistanê diparêze û careke din nîşan daye ku başûrê Kurdistanê diparêzin.