Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Dêrezorê li bajarokê Kesra dewreyeke perwerdeyê ya mamosteyan bi dawî kir.
Bi armanca bilindkirina asta mamosteyan, Komeleya Perwerdeyê ya bajarokê Kesra ya Dêrezorê dewreyeke perwerdekirina mamosteyan vekir. Perwerdeya ji aliyê kadroyên pispor ve hatî dayîn 6 rojan dewam kir û roja Şemiyê bi dawî bû.
Têkildarî mijarê, mamoste Ferhan El-Hemûd diyar kir ku ji destpêka sala 2014’an heta 2017’an ji ber sûcên DAIŞ’ê qada perwerdeyê li Dêrezorê paş ve çû.
El-Hemûd got, piştî rizgarkirina bajarok guhartinên mezin çêbûn û piranî mamosteyan xwediyên berwernameyên amedeyî, çandinî û pîşesaziyê ne.
103 mamoste girêdayî Komeleya Perwerdeyê ya bajarokê Kesra ne, li 64 dibistanan perwerde didin. Herwiha hejmara giştî ya xwendekarên li bajarok 33 hezar û 400 xwendekar in.