Darîn SILÊ/Ronahî
Bi piştgiriya Yekîtiya Werzişê ya Herêma Cizîrê û rojnameya Ronahî, 7ê vê mehê saet 12an, li stada gundê Til Mişhen yê navçeya Til Koçer, merasima vekirina pêşbirka maça futbolê hat lidarxistin.
Ji bo bîranîna şehîdan û dilsoziya gelê Til Mişhen, merasimê bi deqeyeke rêzigirtinê dest pê kir.
Di merasimê de ji hêla helbestvan Sebah El Hemdan ve helbestek hat xwendin û tê de spasiya kesên werzişvan kir.
“EM BI VÊ GAVÊ KÊFXWEŞ IN”
Derbarê mijarê de ji rêveberiya rojnameya Ronahî Dijwar Ehmed Axa wiha axivî: “Ji ber organîzkirina vê lîstika binavûdeng, em spasiya şêniyên Til Mişhen dikin. Em bi hêvî ne ku tîmên beşdar tev werzişeke rêzgirtî û baş pêşkêş bikin. Em bi vê gavê kêfxweş in û serkeftinê ji beşdaran tevan re dixwazin.”
Piştî bidawîkirina merasimê, pêşbirka futbolê di navbera tîma Til Mişhen û ya El Muqrenat de dest pê kir. Di pêşbirkê de Tîma Til Mişhen gola yekê avêt. Berî bidawîkirina pêşbirkê Til Mişhen gola duduyan bi lingê werzişvan Hûsên avêt. Angu ev lîstika futbolê Tîma Til Mişhen du gol, ya El Muqrenat sifir bi davî bû.