Bi sernavê “Xwendevanek ji welatê min”, Komîteya Çand û Hunerê ya Minbicê xwendevanên herî zêde sala 2020’an serdana pirtûkxaneya Mihemed Menla Xezîl kirîn, xelat kirin.
Komîteya Çand û Hunerê ya Minbicê xwendevanên herî zêde serdana pirtûkxaneya Mihemed Menla Xezîl kirîn, xelat kirin. Armanc ji xelatkirinê teşwîqkirina civakê li xwendinê ye.
Bi dehan rewşenbîr û endamên ji saziyên sîvîl yên demokratîk yên Minbicê beşdarî merasima xelatkirinê bûn.
Bernameyê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Pişt re hevserokê Komîteya Çand û Hunerê ya Minbicê Mihemed Qurbetay wiha got: “Ev xelatkirin li Minbicê ya yekê ye û ne ya dawiyê ye. Ev diyarde tiştekî şaristanî, çandî û pêngaveke nû ya ji bo teşwîqkirina xwendevan û rewşebîran xwendinê ye, da ku bibin pêşengên civakê.”
Qurbetay axaftina xwe wiha domand: “Em bi hêvî ne ku pirtûkxane nebe cihê parastina pirtûkan tenê, bibe çavkaniya çand û zanînê. Lewre derfeta xweperwerdekirinê dide û dihêle mirov dîrok û çandên din bizane û bi wê re jî her ferdek ji her alî ve zana bibe, bi taybetî di vê merheleya êrişên çandî yên ji hêla dewletên kapîtalîst ve.”
Dûv re 7 xwendevanên herî zêde sala 2020’an serdana pirtûkxaneya Mihemed Menla Xezîl kirîn, hatin xelatkirin.