Navenda Hunera Şêwekariyê ya Malva, bi navê “Xecxecok” pêşangeheke şêwekarî û kardestiyên 43 şêwekarên bajarê Qamişlo û navçeya Amûdê vekir.
Amadekariya vekirina pêşangehê 2 mehan ji aliyê 17 danhêneran ve dom kir.
Navenda Hunera Şêwekariyê ya Malva pêşangeh bi navê “Xecxecokê” li hola Zana ya bajarê Qamişlo vekir.
Gelek şêniyên bajarê Qamişlo di dema vekirina pêşangehê de amade bûn. Di pêşangehê de berhemên kardesteyan ji rîs, neqiş, tabloyên ji qişê û xîş û qamîş û tabloyên ku bedewiya xwezayê û rola jinan didin der, hatin pêşandan.
Şêwekar Nûrhîn Hisên ya ji Serê Kaniyê bi tabloya xwe bala gelek kesan kişand, tabloyên wê bi rengên tarî û hûrgiliyên watedar ku tê de êşa jina ku bi nexweşiya penceşêrê ketiye rave dike.
Nûrhîn Hisên derbarê tabloya ku xêz kiriye de wiha got: “Di nava mehekê de min ev tablo xêz kir. Navê tabloya min penceşêra pêsîrê” ye, armanca min ji vê tabloyê ravekirina azara jina ku bi penceşêra singê ketiye, nexasim di vê demê de ku zêde di nava jinan de berbelav bûye. Diya min jî ji ber vê nexweşiyê wefat kir û min bi çavê xwe zehmetiya ku dikişand didît.”