Şêwekar Kewser El-Xelef û Zehra El-Bedawî bi tabloyên xwe zehmetiyên jinan didin der. Bi taybet jî jinên li bajar û herêmên dagîrkirî.
Kewser El-Xelef xwest behreya xwe ya wênexêziyê di dema şerê li Reqa de di hundirê xwe de veşartî zindî dike. Kewserê ji ber zehmetiyên dîtîn nikarîbû karê xwe li malê berdewam bike û li bendê bû ku hin piştgiriya wê bikin. Ji ber wê bi vekirina Navenda Çandê ya bajarê Reqayê destek jê re hat dayîn ku vê behreyê pêş bixe.
Kewser El-Xelef ya ji bajarê Reqayê sala 2008`an Peymangeha Hunera Şêwekariyê qedandiye. Kewser li ser heskirina wênexêziyê mezin bû û li Navenda Çandê ya Meclisa Sîvîl ya Reqayê dest bi behreya xwe kir. Navendê pêwîstiyên sereke yên madeyên wênexêziyê jê re pêşkêş kirin. Lewre nirxê madeyan pir bilind e.
ꞌBEHREYA ME YA HÛNERÊ BI AZARÊN JINAN VE GIRÊDAYÎ YEꞌ
Şêwekar Kewser El-Xelef ji navenda Çandê ya Reqayê got, min ji behreya xwe hes kir û bi tabloyên xwe rastiyê rave dikim. Ji ber wê ez bi hunera xwe rewşa jinên Reqayê û azarên ku kişandine derdixim holê.
Kewser derbarê hilbijartina vî şêwazê wênexêziyê de axivî û wha got: “Wênexêzkirin ne tiştekî hêsan e, lê yek ji sedemên ku hişt em rastiya êrişên dewleta tirkî ya dagîrker ku bû sedema koçberkirina gelê me yê li bakur û rojhilatê Sûriyê xêz bikin, ew bû ku me ew rastî bi çavê xwe dît.”
ꞌDETAYÊN JIYANA JINAN ÎFADE DIKEꞌ
Kewserê behsa hevala xwe Zehra El-Bedawî ya ku li navenda Çandê pê re dibe alîkar kir û got, bi rastî jî xwedî behreyeke dewlemend e. lê dema behsa behreya wê tê kirin, şerm dike, ji ber ji ku ker û lal e.
Kewser di berdewamiya axaftina xwe ya têkildarî Zehra de wiha got: “Zehra xwedî vîneke xurt e û gelek caran di tabloyên xwe de felsefeya jinên rewşenbîr, jêhatî û xwezayî nîşan dide, ji ber ku jin û xweza bi hev e girêdayî ne.”
Kewser û Zehra du hevalên pir nêzîkî hev in, ji ber ku li heman deverê ne û xwedî heman behreyê ne. Kewser bi zimanê îşaretan ji Zehra fêm dike, nêrîna wê di her tabloyeke ku dixwaze xêz bike de digire.
Kewser li ser zimanê hevala xwe Zehra ku bi zimanê îşaretan pê re axivî, da zanîn ku divê jinên astengdar, astengdariya xwe ji xwe re nekin kelem û bi vîneke xurt behreyên xwe berdewam bikin.
Zehra ji Kewser re bi rêya îşaretan got: ” Em dixwazin bi rêya tabloyên xwe beşek ji zehmetiyên ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê di demên êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê de kişandine nîşan bidin.”
ꞌTABLOYÊN ME AZARA GELÊN ME YÊN LI HERÊMÊN DAGIRKIRÎ NÎŞAN DIDINꞌ
Tabloyên her du şêwekaran îşaretê bi şer û azarên ku herêm tê re derbas bûye dikin. Her wiha asta êş û jana ku artêşa Tirk a dagirker li herêmên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî û heta êrişa dawî ya li dijî Eyn Îsayê pêk anîye didin der.
Li aliyekî din jî Kewser û Zehra bi rêya tabloyên xwe şewitandina malên Efrînê û koçberirina şêniyên wê a ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve û berxwedana jinan didin der.
Zehra û Kewser zêdetirî 50 tabloyî xêz kirine û beşdarî gelek pêşangehên li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê li (Tebqa, Qamişlo, Rimêlan û Minbicê) hatine lidarxistin, bûne.