Hevseroka Desteya Ciwan û Werzişê behsa projeyên sala 2020î de pêk anîn kir û diyar kir ku hewl didin sala nû de kovarekê ji bo werzişê derxin û kampên havînê li ser asta bakur û rojhilatê Sûriyê ava bikin, herwiha gelek çalakiyên werzişê li dar bixin.
Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê girîngiyeke mezin dide ciwanan. Desteya Ciwanan û Werzişê girîngiyê dide warên perwerdekirina ciwanan û pêşxistina behreyên wan. Di wê çarçoveyê de gelek çalakiyên werzişê yên cuda li dar dixe.
Di civîna salane ya Meclisa Rêveber ya Rêveberiya Xweser de ku 18`ê Çile li avayiya Rêveberiya Xweser ya li Reqayê li dar ket, behsa çalakiyên desteyê li ser gelek astan li herêmê li dar xistîn, hat kirin. Di dawiya civînê de, destpêkirina projeyên geşepêdana ciwanan û aktîflkirina çalakiyên werzişî li herêmê hat ragihandin.
Li ser mijarê hevseroka Desteya Ciwanan û Werzişê ya Rêveberiya Xweser Meha Mihemed projeyên herî girîng yên sala borî pêk anîn û astengiyên derketîn bîr xistin.
Meha diyar kir ku ji ber pandemiya koronayê li tevayiya herêman gelek çalakiyên werzişê û gelek projeyên avakirinê rawestiyan.
Desteya Ciwanan û Werzişê 2020`an hewl da gelek avayiyên werzişê restore bike û 18 stadên futbolê li herêmên Cizîr û Firatê û herêmên Reqa û Tebqa ava kirin.
Ji bo pêşxistina ciwanan di warê werzişê de, desteyê 10 holên werzişê amade kirin, jê 3 li herêma Tebqa, 6 li bajarê Reqa û holek li herêma Cizîrê ne.
Desteya Ciwanan û Werzişê, derbarê hişyarkirin û zanakirina ciwanan de li ser madeyên hişbir û zewicandina bi temenê biçûk, gelek semîner û civîn li ser astên bakur û rojhilatê Sûriyê li dar xistin.
KOMPEKE HAVÎNÊ Û KOVAREKE WERZIŞÊ, PROJEYÊN SALA 2021`AN IN
Meha Mihemed xebat û projeyên ku wê sala nû de pêk werin eşkere kirin: “Gelek proje hene ku emê îsal pêk bînin ku wê di pêşxistina tevayiya çalakiyên ciwanan de rolê bilîzin.”
Meha wiha pê de çû: “Emê hewl bidin werşeyeke dirûnê ya cilên werzişê li Reqayê ava bikin, turnuvayên tevayiya lîstokên yekkesî û komî li ser asta bakur û rojhilatê Sûriyê li dar bixin.”
Meha da zanîn ku wê yekîtiyeke giştî ya werzişê ava bikin, qanûnên ji bo ruxsetkirina klûbên werzişê û birêxistkirina karê werzşê derxin. Herwiha Meha Mihemed diyar kir ku îsal wê li ser asta bakur û rojhilatê Sûriyê kovareke girêdyaî tevayiya çalakiyên ciwanan yên li herêmê derxin û wiha pê de çû: “Emê navendên geşedanê û zanakirina ciwanan li tevayiya herêman ava bikin. Îsal wê mihrîcanên werzişê li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê werin lidarxistin mîna mihrîcana şehîd Stêrvan, Mihrîcana Werzişê ya Salane ku li herêmê li dar dikeve.”
Hevseroka Desteya Ciwanan û Werzişê ya Rêveberiya Xweser Meha Mihemed di dawiyê de da xuyakirin ku wê li ser asta bakur û rojhilatê Sûriyê kampên havînê ji bo ciwanan ava bikin û ji bo zanakirina ciwanan û pêşxistina behreyên wan, wê asta xebata xwe xurttir bikin.