Desteya Rûspiyan ya bakur û rojhilatê Sûriyê bi hevkariya Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd li Sûriyê, du malbat ku ji 55 salan ve nakokî di navbera wan de hebû, li hev anîn.
Merasima lihevanînê, li Hola Efrîn ya li bajarê Qamişlo bi amadebûna nûnerên Rêveberiya Xweser, KNK, rûspiyên êlên Kurd û Ereb, kesayetên olî, keşeyên dêrên xirsityanan, MSD, QSD, TEV-DEM, endamên Desteya Rûspiyan ya bakur û rojhilatê Sûriyê û partiyên siyasî, pêk hat.
Nakokî berî 55 salan di navbera her du malbatan de ku ji êla bi navê Dalînî ne, ji ber pirsgirêka zeviyên çandinêyê derketibû. Ji ber nakokiyê 2 kes ji malbata Hac Reşîd û Hisên Xelîl hatibûn kuştin.
Di merasimê de endamê nivîsgeha siyasî ya Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd li Sûriyê Ehmed Silêman axivî û da zanîn ku xwesteka li hevhatin û efûyê her tiştî sererast dike û dike wekî beriya derketina nakokiyê. Her wiha got, îro pêwîstiya me hemûyan bi lihevhatinê heye û ev her du alî tişta baş kirin ku lihevhatin qebûl kirin. Ev e çanda jiyana hevbeş. ”
Bi navê malbataHac Reşîd û Hisên Xelîl Felemez Îsmaîl axivî û bixêrhatina haziran kir û got, me li ser havhatinê qebûl kir bê şert û mercan. Em li pêşiya we dibêjin ku ti dijminatî di navebera me de nema, ji ber ku em nema dixwazin birînên çûyî vekin”.
Di dawiyê de li pêşiya haziran her du malbat li hev hatin.