Lêzan EBDIKÊ/Qamişlo
Li bakur û rojhilatê Sûriyê di demên dawî de gelek kargeh vebûn. Ji wan yek jê ya kîsên xêş ya li navçeya Tirbesipiyê ye. Herwiha ev kargeh yek ji encamên xebata Rêveberiya Xweser e. Cara yekê ku kargeheke bi vî rengî li herêma Cizîrê vedibe.
Kargeh ku berî sê salan vebû û bi hilberînê dest pê kir, pêdiviyên sûka herêmê pêk tîne. Di kargehê de hem karkerên jin, hem yên mêr hene. Ev kargeh di pêkanîna hewcedariyên gelên herêmê de roleke girîng dilîze. Bi vebûna vê kargehê re, li her devera herêmê êdî kîs peyda dibin.
PÊŞKETIN DI HEMÎ WARÊN PÎŞESAZIYÊ DE
Ji rêveberiya vê kargehê, Mihemed Xêr Cuma li ser xebata kargehê wiha axivî: “Kargeh di peydakirina pêwîstiyên cotkaran û aşan de jî roleke mezin dilîze. Herwiha kapasîteya hilberîna rojane di navbera 2500-3000 hezar kîsî de ye. Ji bo kargehê di peydakirina materyalên xav de, destpêkê me gelek zehmetî kişandin. Ji bilî wê di tiknîkê de jî zehmetî hebûn. Dema makîneyek xerab dibû me nikariya çêkin.”
Xêr Cuma li ser axaftina xwe wiha zêde kir: “Me ji başûrê Kurdistanê û Çînê têl anîn. Ji bo wê gelek mesref lê diçû. Di ser de gumrik jî hebû. Heta pêdivî digihatin kargehê mesref li ser me dibû barekî giran. Lê niha em pêdiviyên xwe ji Kargeha Roj ya têlan ya li Dêrikê tînin.”
XELATKIRINA KARKERAN
Xêr Cuma herî dawî ev agahî dan: “Destpêkê, ji bo sazkirina makîneyan û xebitandina wan, alîkarî ji pisporên herêmên din yên Sûrî dihat xwestin. Li ser bikaranîna makîneyan ji karkeran re perwerdeya taybet dihat dayîn. Lê niha kargeh bi kadroyên herêmî tê birêvebirin. Ji bilî çavdêr û rêveberan, 12 jê jin, 17 karkerên me hene. Mûçeyê karkeran 170 hezar lêreyên sûrî ye, lê carna karker tên xelatkirin jî. Kargeh rojê 16 saetan li ser du beşan dixebite. Beşa yekê ji saet 7ê sibê heta 3yê piştî nîro, ya din jî ji 3yan heta 11 êvarê.”