Hevserokê Desteya Kar û Barê Civakî Farûq El-Maşî diyar kir ku xebata desteyê ji bo desteka koçberan didome û got, emê îsal xebata xwe zêdetir bikin.
Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê piştî civîna salane ya Meclisa Rêveber ku 18`ê Çileyê li bajarê Reqayê hate lidarxistin, encamên ku wê li ser wan bixebitin, eşkere kirin. Di civînê de rewşa koçber û kampên li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê hat nîqaşkirin. Ev yek bi rêya daxuyaniyekê eşkere kir ku wê desteka koçberan bidomînin.
Hevserokê Desteya Kar û Barê Civakî ya Rêveberiya Xweser Farûq El-Maşî di vê derbarê de behsa zehmetiyên ku par rastî wan hatine, kir.
Farûq El-Maşî got di sala 2020`an de gelek pirsgirêkên ku xebatên wan asteng dikirin, hebûn, ji wan êrişên dewleta tirkî yên ser herêmê û wiha domand: “Korona jî li pêşiya me bû asteng. Lê tevî wê jî me alîkarî li hemû kamp û malbatên xizan li hemû herêman belav kir.”
Li herêmên Rêveberiya Xweser gelek kampên ku bi hezaran malbatên koçber ên ji hundirê Sûriyê di wan de dijîn, hene. Herwiha koçberên ji Iraqê di kampa Holê de hene, kamp li herêma Şehbayê jî hene û koçberên Efrîna dagîrkirî di wan de dijîn.
Kampa Holê ji mezintirîn kampên li herêmên Rêveberiya Xweser e. Di payîza 2015`an de piştî herêma Holê ji DAIŞ`ê hate rizgarkirin, ji nû ve hate vekirin. Tê de malbatên ji Sûriyê ku ji ber şerê li herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de reviyane û penaberên ji Iraqê, dijîn.
Piştî rizgarkirina Baxozê baregeha dawîn a çeteyên DAIŞ`ê di Adara 2019`an de û piştî ku bi hezeran endamên malbatên DAIŞ`ê yên ji Sûriye, Iraq û biyanî xwe radestî QSD`ê kir, ew di kampa Holê de hatin bicihkirin.
Desteya Kar û Barên Civakî ya Rêveberiya Xweser lênerîna rewşa wan, pêşkêşkirina pêwîstiyên tenduristî û jiyanî girt ser milê xwe.
Piştî herêma Serêkaniyê û Girê Spî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatin dagirkirin, Desteya Kar û Barên Civakî du kamp ji bo bicihkirina koçberan ava kirin. Kampek li gundê Tel El-Semin ê bakurê Reqayê ji koçberên Girê Spî re û kampa Waşûkanî ji koçberên Serêkaniyê re ava kir.
Farûq El-Maşî got desteyê Dibistana Şehîd Feysel El-Hiwêdî ya astengdaran li bajarê Reqayê vekir û wiha domand: “Ev dibistan ji xebatên girîng e ku me di 2020`an de pêk anî.”
Derbarê sala 2021`an de El-Maşî pişterast kir ku deste xebatên girêdayî koçberan didomîne û ji bo pêşkêşkirina alîkariyê ji hemû kesên xizan re di nava xebatê de ne.
Hevserokê Desteya Kar û Barên Civakî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Farûq El-Maşî wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em amadekariyên vekirina mala sêwiyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin da ku zarokên bêxwedî yên li kolanan bi cih bikin û em ê derfetên kar ji kesên bêkar re peyda bikin.”